Rasmussen ji ber fuzeya ku tê gotin ku ji aliyê rejîma Esed ve hatiye avêtin, şermezar kir û diyar kir ku ev yek nîşan dide ka çiqas qîmetê dide gelê Sûriyeyê. Rejîma Sûriyeyê jî bi daxuyaniyekê avêtina fuzeya Scod red kir.
Ji aliyekî din ve piştî daxuyaniya cîgirê wezîrê karê derve yê Rûsyayê di nava raya giştî ya navneteweyî de wekî guhertina siyaseta vî welatî ya li hemberî rejîma Sûriyeyê hate binavkirin. Cîgirê wezîrê karê derve yê Rûsyayê Mîkaîl Bogdanov gotibû ku mirov nikare îhtîmala serkeftina muxalefeta çekdar li hemberî rejîma Esed ji nedîtî ve bihesibîne. Ev yek di nava raya giştî de deng veda û bi taybetî Amerîlkayê di cih de helwesta xwe derbarê wê daxuyaniyê de anî ziman. Berdevka wezareta karê derve ya Amerîkayê Vîktoria Nuland ev daxuyaniya Bogdanov nirxand û wiha got: Dawî Rûsya ji xew şiyar bû û rastiya li meydanê dît. Lê rayedarên Rûsyayê gotin ku helwesta ji aloziya Sûriyeyê wekî berê ye û tu guhertin tê de nehatiye kirin. Her wiha daxuyaniyên Bogdanov jî di vê çarçoveyê de ne. Rûsyayê hê jî çareseriya li gorî plana Cenevreyê tercîh dike.
Ji aliyekî din ve jî berdevkê wezareta karê derve ya Rûsyayê Aleksander Logaşîfîç got ku Bogdanov di dema dawî de tu hevpeyvîn an jî daxuyaniyên çapemeniyê nedane kesekî.
Bi her halî û çiqasî ku Rûsyayê vê guhertina di siyaseta xwe de veşêre jî hin daneyên berbiçav hene ku wan jî hêviyên xwe ji rejîmê heta radeyekê birîne. Bi taybetî jî ev guhertin piştî hevdîtina rayedarên rûs bi yên amerîkî û tirk re hatiye guhertin. Lê pirsa ku tenê bi demê re dê bersiva wê aşkera bibe ew e ku gelo çi bazar di navbera wan hêzan de hatin kirin û Rûsyayê dê Esed û Sûriye bi çi bifiroşe. Gelo şensê Rûsyayê heye ku vî lingê xwe yê bi tenê û girîng ê li Rojhilata Navîn bifiroşe? Ev tev dimînin pirsên ku dê rojên pêşiya me bersiva wan bi demê re bên dayîn.
ŞAM