
Koma muzîka gel a Îranê Rastak, dê dahata ji konserên li Stenbol û Amedê, ji mexdûrên erdheja Kirmanşanê re bişîne.
Koma Muzîka Gel a Îranê Rastak ku bi pirr çandîbûna xwe navê xwe li cîhanê belav kiriye, 23’ê Mijdarê li Navenda Pêşandanê ya Bostanci ya Stenbolê wê konserekê bide. Dahata ji konserê wê ji mexdûrên erdheja Kirmanşanê re bê şandin. Koma Mûzîkê ya Rastak piştî konsera Stenbolê, 25’ê Mijdarê li Navenda Kongre û Çandê ya Amedê konserekê wê bide. Kom wê dahata ji vê konserê jî ji mexdûrên erdhejê re bişîne. Koma Rastak beriya niha, sala 2014’an li Navenda Çand û Huner a Dîcle Firatê beşdarî şahiyekê bûbû. Tevî hunermenda kurd a Xoresanî Yelda Ebasî konser dabû. Kom bi Kurdî, Farîsî, Tirkî û Erebî stranan dibêje û heta niha albumên wê “Rangvarehaye Kohan”, “Hameye Aghvame Man”, “Sornaye Norouz” û “Miane Khorshidhaye Hamisheh” derçûne.
STENBOL