
Hevala me ya rojnamevan Amara Guneş bi endamên koma Rastak re peyivî ku êdî ji sînoran bihuriye û bûye komeke cihanî ya muzîkê. Ev komeke ceribandinê ye û muzîka wan xwedsî heman xisletê ye, ango a ceribandinê ye. Ew xwe wekî komeke dilsozê newa û gotinan bi nav dikin.
Ew muzîka Îranî, Kurdî û Azerî ya wedî paşxaneyeke xurt û dewlemend, bi înstrumanên ji rêûresmê, lê bi rîtmên modern ji nû ve şîrove dikin. Ya esas jî ew li ser newa û awazên kevin ên gelên Îranê dixebitin. Kom di serî de Farisî û Kurdî, bi hemû zimanên li Îranê muzîkê îcra dike û di nava endamên wê de jî ji Kurdistanê, heta bi Xoresan û Azerbaycan û Kirman ê ji devera Îranê mirov hene. Damezrînerê komê jî Siyamak Sepehrî ye.
13 jê muzîkjen bi giştî 20 endamên wê hene, serpêhatiya wê jî 20 salên xwe temam kirin; li derveyî Îranê û li Îranê bi sedan konser dan, çar albûmên wê hene û roja me ya îro ji nûnerên pêşeng ên muzîka pirrçandî ye. Siyamak Sepehrî koma xwe wekî kurte-îfadeyeke pirrengîbûnê bi nav dike. Siyamak Sepehrî, endamên komê yên ji Rojhilatê Kurdistanê ku vokalîstên komê ne, Ferzad ve Behzad Moradî ji hevala me Amara Guneş re peyivîn.
Serpêhatiyeke 20 salan
Ferzad Moradî dide zanîn ku kom havîna sala 1997´an ji aliyî Siyamak Sepehrî ve hatiye damezrandin, de ma ku wî tevî Behzad Pournaghî û çend hevalên din biryar dan ku tenê bi muzîka gelêrî ya li Îranê re elaqedar bibin û wiha dewam dike: “Me dît ku ev newayên jibîrnabin ên ku xwedî rabihuriyeke dirêj in, gelekî bi qîmet û bedew in. Ew çendê ku ne dibû em wan li devera lê bûna bihêlin. Dema ku em pê hisiyan ku em guhdarên destpêkê ên vê xezîneyê, vî karî û vê projeyê ne, Rastakê xwest vê xezîneyê bigihîne rêzeke guhdaran a berfirehtir.”
Behzan Moradî jî behsa serpêhatiya 20 salan komê dik eû dibêje, “Me gelekî xwest li ser wê muzîkê bixebitin, ku ev demeke dirêje li herêmeke diyar diherikî, ji xwe re ruhekî muzîkê afirandî û ji bo miletekî xisletek çêkirî û vî miletî ne tenê rêz jê re digirt, lê belê ev milet di heman demê de yekane dadgerê biryarê be li ser wê mijarê ka ev muzîk orjînal e di performansa xwe de yan jî hatiye manîpulekirin. Tişta ku bi salan ji bo me timî gelekî girîng bû, ew bû ku em dilsozê melodiya sereke û gotinan bimînin. Em komeke ceribandinê ne û timî fikrên me bi komî bi pêş ve bibin û bi komî karibin werin pêkanîn hene. Siyamak aqlê komê ye, ti lihevkirin û biryar bêyî erêkirina wê bi encam nabe. Belê, ew jî û tevahiya komî jî li fikrên nû vekirîne nexasim jî dema em li ser straneke nû dixebitin.”
Stûna komê Syamak Sepehrî ye
Ferzad Moradî jî ji bo rabihuriya 20 salan dibêje, “Esasen di nava bîst salên bihurî de em bi wî rengî mezin bûn ku em îro bi wan malzemeyên ji me re pêwîst çêtir bi gurçûpêç bûne. Faktora kilît ku bi nihêrîna pêşî xuya nake di vê yekê de ev pirs e, çawa kom van salan hemûyan sax ma, her xurttir bû û mezintir bû bêyî ku yekparebûna xwe ji dest bide?
Sirra vê yekê ew ka Siyamak ê ku di rastiyê de bavek e ji bo Rastakê, bi mişkulpesendî mijarên insanî û malî yên komê bi rê ve birin.
Rêwîtiya me yeke muzîkî ye bi serkêşiya zilamekî û kurê wî ku bi rastî jî miqate û elaqedar in bi mirovên peywendîdar re.”
Peyama bexteweriyê
Çand û zimanên cihê yên bi muzîk û gotina xwe di komê de cihê xwe digirin ji Kurdistan,Azerbeycan, Fars, Xuzistan, Kirman, Mazenderan û Xorasanê ne. Behzad Moradî li ser vê pirrengiyê û peyama mûzîka xwe dibêje: “Tişta ji her tiştî bêhtir em dixwazin bi ser bixin ew e ku em cîhana xwe ya bi dilê me ya muzîkê biafirînin, bi wan xisletan ku bi ya me esasî ne. Ku em bawer dikin ew kaniyeke muzîkê ye ji ji dîrok û ziman ku divê bête bihîstin û li ser şîrove bê kirin. Dema em biryara xebata li ser melodiyekê didin, sedem ew e ku em difikirin ew xweş û bedew e, ev motîvasyona me ya sereke ye. Em hewl didin van muzîkan bi dengekî din bidin bihîstin: bi dengê xwe. Gelo ev peyamek e ji bo dinyayê? Belkî, û belkî her deng peyamek e. Heger ev peyamek be, em dixwazin ku ev peyameke xweşî, kêf û bexteweriyê be, lewma karê me di nava Rastakê de ji bo me bûye kaniyeke bi rastî ya bexteweriyê.”

Ciwanên Îranê li dinyayê vekirî ne
Siyamak Sepehrî li ser awayê xebata xwe dibêje, “Em timî li melodiyan digerin ku herî baş li arê me werin; melodiyîn pirr xweş û dikarin li gorî dilê me bên guhertin. Piştî guhdarîkirina li wan, estetîkî û teknîkî keşfkirina wan, em dest bi celseyên îcrakirinê dikin bi çend hevalan re. Dema ku stranek teqrîben amade dibe, em di performansên xwe de gelek caran lê dixin da ku fikra xelkê jî li me vegere û tê derxin ka bi çi awayî em dikarin wê baş bikin. Piştre jî gava bê biryardayîna li ser e ka em ê wê li albûma xwe zêde bikin yan na.”
Sepehrî îşaret pê dike ku bi vê stratejiya xwe ew bi muzîkjen û şairan re mijûl nabin, pirrnî melodiyên gelêrî û gotinên wan in, lê ew di heman demê de bi îcrakerên hoste yên herêmî re têkildar dibin. Ferzad Moradî bi bîr dixe ku kom performasên xwe li welatên mîna Hindistan, Elmanya, Swêd, Tirkê, Ingilistan, Şîlî, Franse, DYE, Kanada, Omman, Awusturya, Lehistan, Gurcistan, Holanda û gelekên din îcra dikin.
Siyamak Sepehrî li ser rewşa muzîk û guhdarên wê li Îranê jî dibêje, “Nifûseke hîna ciwan a Îranê heye. Bi ya min vê nifûsê timî elaqeyeke meraqdar nîşanî tevgerên hunerî yên li seranserê dinyayê daye û li dinyaya mayî vekirî ye.”
Albûmên komê
Heta niha çar albûmên koma Rastak derçûne. Gelbet stranên wan hene ku heta niha di albûman de neweşandine. Di her albûma weşandî de şeş ta heft stranan hene. Rastak ti carî beşdarî pêşbirkan nebû, lê li festîvalan hatiye vexwendin di nava vê de festîvala Îranê ya bi navê Festîvla Mûzîkjê a Facr, Festîvala Rasthatina Çandan a Lehistanê, festîvalên li Tirkiye, Gurcistan û Şîliyê jî hene.
Albûmên Rastekê yên derçûyî evên li jêr in:
Rangvarehayê Kohan 2007, Hameyê Aqvamê Men (Hemû Qewmên Min) 2010, audio-video
Sornaye Noruz 2013, audio-video
Miyanê Xorşîdhayê Hemîşe (Di nava Tavikên Daîmî de) 2017,audio-video
NAVENDA NÛÇEYAN