Dema ku rastî û derew ji hev derkevin û rastî bi awayekî ronak û zelal diyar bibin, hingî dê deriyê çareseriyê jî vebe. Li Tirkiyeyê bi salan rastiya hebûna Kurdan hate veşartin. Kesên ku bi pey vê rastiyê ketin, bi pest û pêkutî, girtin û îşkenceyê re rû bi rû man. Di vî warî de nimûneya ku herî zêde tê zanîn, serpêhatiya mamoste Îsmaîl Beşîkçî ye. Ew wekî civaknasekî bi pey rastiyê ket, xwest Kurdan û civaka Kurd nas bike û li gorî pîvanên zanistî bide nasîn. Lê hêzên serdest destûr nedan vê yekê. Mamoste Beşîkçî dîsa jî li hemberî dagirkeran serî netewand, bi biryardarî li pey rastiyê çû. Bergind û berdêla vê yekê jî bi awayî giran da. Bi salan di girtîgehê de ma.
Li hemberî vê yekê gelek kesên ku li ber navê wan profesor dihate nivîsandin ji bo nuxamtina rastiyan, ketin nav keftûleftan. Hinekan ji bo ku hebûna Kurdan ji holê rakin, berê xwe dan zimanê Kurdî û ew wekî zimanê Tirkî nîşan da. Hinekan cînavka kesane “ez” digihand “oz”a Tirkî, hinekan peyva “îsot” wekî “ısı otu” şîrove dikir. Teza wan a der barê zimanê Kurdî de berî sed salî ji hêla sextekarekî bi navê Îsmaîl Nacî (Pelîster) ve hatibû nivîsandin. Li gorî wî di Kurdî de bi tenê 300 peyv hebûn, peyvên mayî giş ji Tirkî, erebî, farisî hatibûn girtin. Îro jî qada akademîk a Tirkan hê hesabê vê şerma giran nedaye. Hê jî hinek dixwazin van vir û derewan bi dirûvekî nû bidomînin.
Agahiyên ku li qada akademîk a Tirkan der barê Kurdî de belav dibin, wekî nûçe û nirxandinên di çapemeniya Tirkan de bi rêjeyeke zêde vir û derew in. Armanca kesên ku van agahiyên şaş belav dikin, xapandina civakê ye. Kurdan êdî ji xwe re navgînên nû yên ragihandinê û çavkaniyên agahiyê ava kirin, ji ber vê yekê jî bi van vir û derewan naxapin. Lê mixabin Tirk û gelên din ên ku li Tirkiyeyê dijîn ji rastiyan agahdar nabin. Heke hinek rastî bi ber guhên wan bikevin jî hestên şovenîst ên ku bi pergala perwerdeyê û navgînên ragihandinê pêk hatine, destûrê nadin ku ew li ser van rastiyan bifikirin.
Ligel vê yekê jî ji ber ku têkoşîna Kurdan pergala Tirkiyeyê ji binî ve dihejîne û pergal bi temamî xitimiye, nîqaş û nirxandinên der barê doza Kurdan de her ku diçe berfirehtir û geştir dibin. Tevî hemû pest û pêkutiyên hikûmeta AKP’ê hem di çapemeniyê de hem jî di qada akademîk de êdî gelek rastî têne gotin. Her wekî pêşiyên me gotî, “Êdî roj bi bejingê nayê veşartin.” Tevî vê yekê jî îro serdestan gelek derewên xwe wekî rastî bi raya giştî dane pejirandin.
Akademîsyen Faruk Ekmekçî li ser malpera Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Enqereyê, der barê hinek “van rastiyên ferzkirî” de gotarek nivîsandiye. Ekmekçî di vê nivîsa xwe de daye zanîn ku gelek tiştên li Tirkiyeyê der barê Kurdan de wekî “rastî” têne pêşkêşkirin, ne rast in. Wekî mînak, li pey agahiyên ku ew dide piraniya Kurdan ne li metropolan lê li bajarên Kurdistanê dijîn. Her wiha piraniya Kurdan dengê xwe nadin AKP’ê, lewre jî partiya herî mezin a Kurdan ne AKP ye. Ji sedî 45’ê hemû Kurdan û ji sedî 60 -65’ê Kurdên ku li Kurdistanê dijîn dengê xwe didin BDP’ê. Lewre jî partiya herî mezin a Kurdan BDP ye. Ji bilî wê, ji sedî 93’ê Kurdan bi dilxwazî û dilsozî dengê xwe didin BDP’ê. Li aliyê din Kurd ji sedî 70 ne cudaxwaz in, lê piraniya Kurdan mafên xwe û statûyekê dixwazin. Belê rastî ev e, lê heta ku rastî rast geriya, derewan cihê xwe girt. Heta ku ew çerxa vir û derewan neyê şikandin tiştek çareser nabe.
Rastî û çareserî