Piştî ku di 10'ê Hezîran a 2014’an de DAIŞ’ê bajarên Mûsil û Tikrîtê xistin bin kontrola xwe û berê xwe bidana Baxdayê, eger ev xewna wan pêkbihata, yekemîn ezmûna rêvebiriya Şiiyan li Iraqê wê hilweşiyaba. Lê Ayetûllah Sistanî bi fetwaya xwe ya bi nav û deng ya bi nave “Cîhadê Kifayî” bersiva binketin û reva arteşa Iraqê, bi hêzeke dilxwazên Şiiyan da. Sistanî bi vî rengî hewldana gihiştina DAIŞ’ê ya Bexdayê rawestand. Balkêş e, niha wer xuya dike ku kontrola beşek ji van hêzan ji destê Merciya Necefê derketibe, tevî pirsgirêkên hundirîn, hin kes wer bawer dikin yek ji armancê wan ya nû jî hedef girtina Kurdan e.

Sîwana qanûnî û mezhebên milîsên Şiî çi qasî ku fetwaya Sistanî di xûtbeya înê ya perestgeha Huseyîn Kerbela û li şûna alîkarê wî Abdulmehdî Kerbelayî hat dayîn jî, lê teqez dike ku divê dixwazin Şiî bi rêya saziyên ewlekariyê biçin şerê li hemberê DAIŞ’ê. Lê van milîsên çekdar ku bi salan Nûrî Malîkî bi rêbazên cuda alîkariya wan dikir, tevî çekdarên Muqteda Sedir, Ammar Hekîm û hin milîsên girêdayî Îranê rewşa xerab ya ewlekariya îstismar kirin. 

Û xwe li Samera û hin navçeyên girêdayî Baxdayê çeper û saziyên xwe avakirin, piştre jî xwe weke rewşa defakto ferzkirin. Bi vî rengî arteşên biçûk bi ciwanên xwingerm li kêleka arteşa Îraqê ya hilweşiyayî û binketî, bi navê “Şiî Heşd El Şebî” hate avakirin.


Malîkî ava kir

Di wê demê de Nûrî Malîkî ji ber ku serokwezîrê wê demê di Hikûmeta Îraqê de bû, biryar da ku saziyeke leşkerî ya bi navê “Şiî Heşd El Şebî” werê avakirin. Tevî rewabûna olî ew hêz, wê rewebûneke zagonî jî jê re bihatiba dayin. Di dîroka nû ya Şiiyên Îraqê de cara dûyemîn bû piştî Ayetûllah Şîrazî yê di sala 1920’an de li dijî Îngilîzan rabû, vê carêji bi hezaran dilxwaz ji bo parastin û xwedî derketina Şiiyan bi fetwaya merciyeta Nacaf li hev kom bûbûn. Tevî ku piraniya nifûsa Îraqê Şiî bûn û desthilatdarî di destê wan de bû, lê dîsa jî bi girî, xwe kirin mexdûr û bi roleke mexdûr tevgeriyan.


5 milyar dolar hatiye veqetandin

Ji bo alîkariya aborî Şiî Heşd El Şebî hikûmeta Bexdayê tenê di sala 2015’an de zêdetirî 5 milyar dolar ji bo vê hêzê veqetandin. Lê li gorî ku wezîrê Parastin û rêvebirên wan, Îran herî zêde karûbarê perwerde, fêrkirin û alîkariya hêzên serbazî hilgirtiye. Xala hevpar ya van hêzan jî General Qasim Silêmanî Fermandarê Hêza Qudûs ya girêdayî Sipahê Pasdaran e ku kordîneya hêzeke milîsên çekdar a Îraq û Sûriyeyê dike. Van koman di edebiyata Sunniyan de bi milîsên li Îraq û Şamê “MAIŞ”ê tê naskirin.


Amade ne xwinê birjînin

Van hêzan rewabûna xwe li şerê dijî DAIŞ’ê digirin, dixwazin mînaka Şiiyên bi dispilîn û rêxistinkirî xwe weke alternatîveke bi rêkûpêk û dijî terora Sunniyan nîşan bidin, piraniya gel ti cudahî di navbera wan û DAIŞ’ê de nabînin ku timî amade ne ji bo xwinê birijînin. Koçber kirin, sûcdar kirin û talan kirina gel, bi taybet ji dema hat zanîn ku mîna DAIŞ’ê çend sûcên serîjêkirina kesan li herêma Sunniyan kirin. Di dema dawî de jî, tevî nerazîbûn û hêrsa rêvebir û çalakvanên Şiiyan li ser daxuyaniya Barzanî ya ku li Şengalê, hemwelatiyên sivîl û pêşmergeyên Kurd li Xurmatû kirin armanc. Demekî van herêm li ser YNK dihat hesibandin ya ku bi hevalbendiya xwe bi Şiiyan re tê nasîn. 


Li Îraqê nûnertiya Îranê dikin

Li gorî agahiyên ku hatine weşadin de hejmara çekdarên Heşd El Şebî bi dehan hezar kes in ku di nav de 40-50 komên cuda hene. Lê hemûyan jî dibe ku bi ser sê koman werin dabeşkirin: 

1- Kesên dilxwaz yên li gorê fetwaya Sistanî ji bo parastin.cîhad û girtina alîkariya aborî li perestgeh û merciyeta dimînin. Ji wan yên herî bi nav û deng jî; “Lîwaya Alî Alakbar”, “Seraya Ataba Al-Abasî”, Saraya Ataba Al-alawî”, Saraya Ataba Al-Huseyn” ne. 

2- Hêzên Şiî yên Îraqê yên tên naskirin, hin ji wan jî nêzî Îranê ye. 

3- Milîs û komên çekdar yên rasterast girêdayî Îranê ne û li Îraqê nûnertiya rojeva Îranê dikin. 


Êrîşî hev dikin

Tevahiya van komen Heşd El Şebî di pêşbirkê de ne ji bo xwe ferzkirin û pêkanîna desthilatdariya serbazî li Îraqê û bi taybet li herêmê germ ya Selahedîn û Diyala. Hin car jî li ser destketiyên aborî, hegemonyaya siyasî, cudahiya mûçe, alîkarî, nakokî navberê wan de derdikeve. Êrişî hev du û saziyên hev dikin. Carnan jî şerê çapemenî navberê wan derdikeve û tenê di şerê li hemberê DAIŞ’ê de xwedî heman nêrîn in. Hêzên wan yê siyasî nêzî 2 salan e nikarin li ser serokêkî ji bo hikûmeta koalisyon a Şiî li hev bikin. Tev bi hev re nakokiyan wan bi Serokwezîr Heyder Abadî re heye û ev nakokî jî gengeşeyê bûdçeyê û nêzîkbûna ber bi  Emerîkayê ve ye. 

Li vir Nûrî Maîlkî piştgîriyê dide wan da ku keys û firsenda ji bo tengavkirina rikberên xwe ya li meqama Serokatiya Wezarîran ji destê wî nefilite.

Wisa jî statûya van hêzan ji bo tepisandin û zextê li ser neyarên xwe hem Kurd û hem jî Sunniyan bikartîne, timî jî xwe dixe nava şeran. Çawa li bûyerên dawî li Xûrmatû jî kir, bi daxûyaniyekê pêşmerge hişyar kir, hem jî ji bo ku xwe weke berdevkê Heşd El Şebî nîşan bide. Li aliyeke din jî ji bo nîşan bide di warê ewlekariyê de Heyder Abadî bê hêz û qels û ji bo wî mehcûb bike, ew daxuyanî da.


Heşd El Şebî Îraqi

Bi giştî Heşd El Şebî ji van hêzên sereke ya Îraqiyan pêk tên: 

*  Baskên serbazî Meclisa bilind ya Îslamî bi serokayetiya Ammar Hekîm mîna “Saraya Al-Cîhad û Al-bena”

*  Saraya Aşûra 

*  Saraya Ansar Al-Aqîde. 

*   Rêxistina Bedir ya Hadî Al-Amirî ku di sala 2012 ji Ammar Hekîm veqetiyan ji bo ku bibin hevalbendê nêzî Malîkî, Bedir pir çekên giran û pisporên Serbazî hene û ji salên 1980’an çalak in. 

*  Asayîbê Ahelê Heq bi serokayetiyê Qeyis Xez Elî rikaberê Sedir û hevalbendê N.Malîkî ye. 

*  “Saraya Al-Salam” ku dewama “Artêşa Mehdî girêdayî Muqteda Sedire, cûdahiya wan ew e ku zêdetir girêdayî Sedir û pişta xwe diden bazirganên Şiî, nakokiya wan a kûr bi Asayîbê re heye, ji ber ku di sala 2008’an de ji Hêza Sedir veqetiyan. 


Tevahî wan koma têkelî wan ya dostanî bi Îranê re heye bi taybet jî bi rêxistina Bedir û Sadir û Asayîb ku herî zêde rêvebirên wan ji bo kevneşopiya mezhebî li şûna Sistanî pişta xwe diden fetwaya Ayetûllah Xameney û baweriya wan bi “Wilayeta Feqîh” heye ku di nava bawermendên Şiiyan de sinoran nas nakin û hêza xwe ji rêberê şoreşa Îranê ji bo kar û biyarê xwe digirin , ku di cîhana Şiiyan de weke şopdarê û cîgirê Îmamî Zeman, Mûhemdî Mehdî ye.


‘Ramboyê Şiiyan’

Hin milîsên Şiiyên çekdar rasterast bin fermana Îranê de ne û nûnertiya Îranê li Îraqê dikin. Ya herî zêde tê naskirin ketîbeyên Îmam Alî ye ku di 10 Hezîran a 2014’an pir bi lez û bi êş weke baskê serbazî “Tevgera Îraqa Îslamî” bi hêzeke mezin derket holê. Cihekî sereke yê çalakiya wan jî Amirlî, Xurmatû û Diyaleye, hin rêvebirên wan pir bi şanazî videoyên serjêkirinê û parçekirina cesedên girtiyan û şewtandina wan bi zindî, bi taybet jî Abu Îzraîl ku bi ramboyê Şiiyan tê nasîn. 

Pey wan de Ketîbeya Hizbûllah tê ku bi fermanê Abû-Caferî sazûmankarê mezin ya hêzên Heşd El Şebî ye ku ezmûna wî di nava Partiya De’we û Hizbûllah ya Lûbnanê girtine. Piştî ku Ketîbeya Hizbûllah 40 kesên wan şerê hemberê rejêma Essed li Sûriyeyê di sala 2013’an hatin kuştin, vegeriyan şerê DAIŞ’ê û Şiiyên Îraqê parastin. 


Ji Sûriyeyê vegeriyane Îraqê

Cudahiya wan bi ketîbeyên Îmam Alî, ew e ku zêde karê siyasî di nava partiyên de nakin û zêdetir di karûbarê serbazê de serwext in û agahiyên xwe jî bi zimanê Farisî diweşênin. 

Ji bilî wan du hêzên sereke hin grûpên din yên Îranî bi rengê “Saraya Al-Xûrasanî” û “Saraya Al-nûceba” hene ku ji hemû grûpên din yên Heşd di alî çekan de bihêz in û ji Sûriyeyê vegeriyane Îraqê. Van koman girêdayî Îranê ne û rasterast ferman ji pasdaran digirin û armancên wan yên dirêj di şerê DAIŞ’ê de heye, hin car jî li hemberê Arabistana Siûdî belavokan diweşênin û li ser bûyerên herêmê dipeyivin. Vane beşe ji amûrê destê Îranê ne di herêmê de û her erkêk bikeve ser wan ji pêktînin. Vane xwe xistine nava fetwaya Cîhadê Sîstanî û sûd ji bêdengiya Emerîka digirin. 

Hin car jî dibin hêza zextê li ser Heyder Abadî û di nava navendên Şiiyan de wî bi lawaz û girêdayî rojeva Emerîka, firehbûna desthilatê Kurdan û çavgirtin ji Sunniyan û tevlîkirina wan ya pêvajoya siyasî, nîşan diden.


YASÎN TEHA 


Werger ji Soranî: Necîbe Qeredaxî 

ÇAVKANÎ: pasewan.com/sorani/