Tirkiye di Hefteya Erdhejê ya Cîhanê de bi pirsgirêkên mexdurên erdhejê û welatiyên di konanan de dijîn re pêşwazî kir. Li Tirkiyeyê ji sala 1903'yan heta niha 21 erdhejên mezin pêk hatin û gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da. Ji bilî vê hejmarê di erdhejên din de tu kesî jiyana xwe ji dest neda. Di erdhejên welatiyan jiyana xwe dest dan de jî xemsariya dewletê heye. Li Tirkiyeyê karên pîvana erdhejê di salên 1900'an dest pê kir. Bi vê yekê di sala 1903'yan de li Milazgirtê erdheja pela wê 6.7 pêk hat. Li gorî daneyên fermî di erdhejê de 2 hezar û 626 kesan jiyana xwe ji dest da. Di 9'ê tebaxa 1912'an de li navçeya Murefteyê ya Tekîrdagê erdheja pela wê 7.3 pêk hat û 216 kesan jiyana xwe ji dest da. Li Colemêrgê di 6'ê gulana 1930'an de erdheja pela wê 7.2 pêk hat de jî 2 hezar û 514 kesan jiyana xwe ji dest da.
Erdheja herî mezin a Erzînganê ye
Li Erzînganê di 26'ê kanuna 1939'an de erdheja pela wê 7.9 pêk hat û di sedsala 20'emîn de erdheja herî mezin a li Tirkiyeyê pêk hat û di erdhejê de 32 hezar û 962 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî vê erhejê li Tirkiyeyê yekemîn car nîqaşên têkildarî bi erdhejê re têkoşîn pêk bê hatin kirin. Di 20'ê kanuna 1942'yan de li Erbaaya Nîkarê erdheja pela wê 7 pêk hat û zêdehî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest da. Di 26'ê kanuna 1943'yan de li Ladîk Tosyayê erdheja pela wê 7.2 pêk hat 2 hezar û 824 kesan jiyana xwe ji dest da. Li Geredeya Boluyê di 1'ê sabata 1944'an de erdheja pela wê 7.2 pêk hat 3 hezar û 959 kesan jiyana xwe ji dest da. Di 31'ê gulana 1946'an li Gimgim û Xinisê erdheja pela wê 5.7 pêk hat 839 kesan jiyana xwe ji dest da. Li Gimgimê di 19'ê tebaxa 1966'an de erdheja pela wê 6.9 pêk hat 2 hezar û 394 kesan jiyana xwe ji dest da. Li Gedîzê di 28'ê Adara 1970'an de erdheja pela wê 7.2 pêk hat û hezar û 86 kesan jiyana xwe ji dest da.
Erdheja Golcukê: 17400 kes mirin
Li navçeya Lîceyê ya Amedê di 6'ê îlona 1975'an de erdheja pela wê 6.9 pêk hat û di erdhejê de 2385 kesan jiyana xwe ji dest da. Li navçeyên Ebex û Bêgîrê yên Wanê di 24'ê kanuna 1976'an erdheja pela wê 7.2 pêk hat û 3 hezar û 840 kesan jiyana xwe ji dest da. Di 30'ê mijdara 1983'yê ya li Erzirom û Qersê pêk hat de ya ku pela wê 6.8 de jî hezar û 155 kesan jiyana xwe ji dest da. Di erdheja 13'yê adara 1992'yan a li Erzînganê pêk hat û Dêrsîm jî bi bandor kir a pela wê 6,8 de jî 653'yan jiyana xwe ji dest da. Li Dînarê di 1'ê mijdara 1995'an de erdheja pela wê 5.9 pêk hat û 94 kesan jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Ceyhan a Edeneyê jî di 27'ê hezarîna 1998'an de erdheja pela wê 6.3 pêk hat û 84 kesan jiyana xwe ji dest da. Di 17'ê tebaxa 1999'an de li Kocaeliyê erdheja pela wê 7.5 pêk hat û li gorî qeydên fermî 17400 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdehî 50 hezar kes jî birîndar bibûn. Ev erdhej wekî Erdheja Golcukê tê zanîn.
Li Golcukê pirsgirêka konan
Piştî erdheja Golcukê xebatên xilaskirinê yên li Tirkiyeyê çiqas kêmasin derketin holê. Ji ber vê yekê piştî erdheja Golcukê ji Komeleya Xelaskirin û Lêgerînê (AKUT) re statuya "komeleya fêdeyê cemaweriyê" hate dayîn. Piştî erdhejê xebatên tesbîtkirina zirarê heta roja me jî baş nehatin kirin. Ligel bi ser erdhejê re 13 sal derbas bûn hêj di raporan de tu tedbîrên nehatin girtin. Piştî erdhejê 7 meh derbas bûn hêj kon ji mexduran re nehatibûn belavkirin.
Erdheja Wanê û xemsarî
Di erdheja Duzceyê ya di 12'yê mijdara 1999'an de ya pela wê 7.2 de jî 850 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di erdheja Çewlîkê ya di 1'ê gulana 2003'yan de ya pela wê 6.4 de jî 176 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji erdhejên mezin yek jî di 23'yê cotmeha 2011'an li Wanê pêk hat. Di erdheja pela wê 7.2 de 604 kesan jiyana xwe ji dest da. Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê Erdogan Bayraktar piştî erdhejê daxuyanî da û got "Li cihê erdhej pêk bê carek din erdhej çênabe. Êdî Wan û Erdîş herêmên herî bi ewlehî ne" Piştî van gotina erdheja 2'yemîn a pela wê 5,6 pêk hat û 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Di erdheja duyemîn de nûçegihanên DHA'yê Cem Emîr û Sebahattîn Yilmaz jiyana xwe ji dest dabûn.
Şewatên konan bû sedema mirinan
Piştî erdhejê sozên hatin dayîn tu soz bi cih nahatin. Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay gotibû "Heta meha çileyê tu kes di konan de namîne û dê derbasî konteyniran bibe" lê li gel van gotina tu tiştekî wisa pêk nehat û li Wanê hêj bi hezaran welatî di konên havînê de dijîn. Ji bo erdheja Wanê gelek kampanya hatin destpêkirin û pereyê hate komkirin şuna ji mexdurên erdhejê re bê şandin ji aliyê Wezîrê Maliyeyê Mehmet Şîmşek ve ji qadên din re şand. Hikûmetê sozên xwe yên piştî erdhejê dayîn negirtin û dişewatên konan de zêdehî 10 zarokan jiyana xwe ji dest da.
DÎHA/ENQERE