
Li Kerkûkê li Eywana Pirtûkxaneyan şanoya bi navê “Rawestgeha Mirinê” hate lîstin.
Şanoya ku ji aliyê Şaho Qadir, Senger Qubat û Şiko Omer hatiye nivîsandin û Sîrvan Bêlana, Selam Zengene û Karox Seyfettîn têde dilîzin, li ser dîyalektîka di navbera jiyan û mirinê de disekine.
Lîstika ku bi nêrîneke rexneyî li ser basîtbûna jiyanê û hînbûna mirinê disekine, bi monologan dest pê dike û bi diyalogan didome. Di diyalogên herdu lîstîkvanan de jî diyalogên wekî “mirin, jiyan, civak, hînbûna mirinê, beriya jiyanê û piştî mirinê” hene.
Di lîstikê de ji her cure û nimreyê bi dehan pêlav hene û paşeroj û pêşeroja xwediyên pêlavan tê lêpirsîn. Kesek diçe ser pêlaveke mezin a li ser dikê û ji pêlavên biçûk re daxive û bi vî tiştî re rexneya rêveberiya desthilatdariyê tê kirin.
Şanoya ku têde vegotineke surreal heye, ji aliyê temaşevanan ve bi baldarî hate temaşekirin.
ANF/KERKÛK