Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê girtî Fîgen Yuksekdag doh derket pêşberî dadgehên dewleta Tirk û li wir got: „Rayên HDPê desthilatdarî gêj kir.“

Danişîna sêyan a Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê li Salona Dadgeha Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê doh dest pê kir. Li gel nerazîbûna parêzeran heyeta dadgehê bi hinceta ‚pirsgirêka ewlehiyê’ destûr nedan ku parêzerên ji welatên din hatin bikevin salonê.

Piştî tespîta nasnameyê parastina Yuksekdag kesên ku tevlî danişînê bûn silav kir û ji bo ku nehiştin şandeya navneteweyî were salona danişînê nerazîbûna xwe nîşan da.


Bawerî bi darizandina we nabe

Yuksekdag di parastina xwe de diyar kir ku darizandin ne li gorî normên gerdûnî ye û li Tirkiyê zexteke zêde li ser hiqûqê heye û diyar kir ku bi eşkere  dixuye destek li ser heyeta dadgehê zextê dike, beriya ku ev doz dest pê bike wan hay ji vî destî hebûye.

Yuksekdag di danişînê de anî ziman ku ew bawer nake ku darizandineke adilane wê li vir çêbibe û bawer nake ku biryareke  bê ku sihek li ser hebe û zext li ser hebe were standin.


Ev darbeya siyasî ye

Yuksekdag got, ne rast e ku asteng bikin saziyên çapemeniyê werin salonê  û wiha axivî: “Dema ku ez hatim vir ev bi bîra min hat: Li Sîncanê tang şixulandibûn, pêvajoya darbeyê çêbûbû. Wekî dî çi fikirîm. Li Sîncanê yên ku ketin hewldana darbeyê hatin darizandin. Ya dî jî Hevserokên HDP’ê têne darizandin. Ev çi ye? Ev darbeya siyasî ye. Mintiqeya Sîncanê bûye nirxekî bi wateya darbeya.”


Jixwe biryar dane

Yuksekdag bal kişande ser dorpêça li dora dadgehê û got, “Heke li ser me biryar dabin çi gunehê vê dadgehê, parêzeran û çi gunehê me heye. Ev darizandin ji bo çi ye? Jixwe li ser me biryar dane. Beriya niha bi salekê û nîvê ragihandin. Ev dadgeh bûne tevdîrên ku ser rewşê binixumînin. Ji bo ku hêncetê ji bo biryarê bistînin vê darizandinê dikin.”


Hevsenga wan xira bû

Di dewama axaftina xwe de Yuksekdag  got HDP hêza xwe ji siyaseta demokratîk distîne, ji kesî destûrê naxwaze û siyaseta Tirkiyê geş dike û wiha peyivî: “Siyaseta Tirkiyê dînamîzma xwe ji vê heza HDP’ê distîne. Pêdiviya desthilatdariyê pê hebû ku vê dînamîkê ji holê rake. 7’ê Hezîranê çi bû? Hate dîtin ku hêza desthilatdariya siyasî ne teqez e, gelên Tirkiyê ne di kefa dest de ne. Ev rayên ku HDP’ê standin desthilatdarî gêj kir. Beriya her tiştî hevsenga desthilatdariya siyasî guherand, pê lîst û hevsenga wan xira bû. Navendên serwer jî ji vê geşedanê qet ne kêfxweş in.”


Çareserî li hesabê wan nehat

Yuksekdag parastina xwe wiha domand: “Desthilatdariya berdest a siyasî beriya ku hesabekî bide, bêyî ku tiştekî bibêje dawî li pêvajoya çareseriyê anî. Kê ev pêvajo qedand? Bi giştî wiha bibêjim; ji bo siberoja desthilatdariya xwe, projeyeke ku cara pêşî bû desteke civakî li pişt hebû bi dawî kirin. Bersiveke vê heye. Kes nedimir, dubendî rabûbû. Desthilatdariyê bi hesabên ku ne di berjewendiya wê de ye dawî li pêvajoyê anî, zimanê ku ev 40 sal in dihate bi kar anîn, dîsa ceribandin. Hewldaneke beleheq e, hewldana wan a beleheq îpotek li ser siberoja hemû civaka Tirkiyê daniye.”  


ENQERE




Ziravê AKPê ji Demîrtaş diqete  



Danişîna destpêkê ya doza Demîrtaş, piştî 399 rojan bi hinceta ‘ewlekariyê’ li girtîgeha Sîncanê îro tê kirin. Eşkere bû ku dîsa bi hinceta ‘ewlekariyê’ wê Demîrtaş tevlî rûniştinê neyê kirin. 

Ji parêzerên Demîrtaş Mesût Beştaş da zanîn ku wê Demîrtaş bi hinceta ‘ewlekariyê’ careke din tevlî rûniştina dozê neyê kirin û got, “Bi navê hemû parêzerên Selahattîn beg me serî li dadgehê dan ji bo wî bînin dadgehê. Lê belê li gorî agahiyên ku heta niha gihîştine ber destê me, wê wî nînin dadgehê. Ji me re dibêjin ku ji ber ewlekariyê em nikarin we li Amedê mehkeme bikin, ji ber vê yekê em dosyayê dişînin Enqereyê. Lê vê carê li Enqereyê jî nînin salonê. Eger li wê derê ewlekarî tine be, wê çaxê hûn çima dosyayê dişînin wê derê. Tişta ku hiqûqnasek li pêşberî vê rewşê bike ew e ku li vê rewşê bikene.”