Kevirên Mêrdînê yên ji şikeftan tên derxistin û ji zinaran tên peydakirin, temenê wan xwe digihîne 2 hezar salan. Dîwarên van malên ku ji kevirên şekirî tên çêkirin, bi qasî metre û nîvekê ne. Kevirê Mêrdînê li gorî ebatên taybet tên jêkirin û di berhemên hunerî û karên xişir û neşiran de tên bikaranîn. Ev kevir, li ocaxan bi makîneyan bi awayekî rast û dirêjane tên jêkirin û bi heman makîneyê jî, bi tîkane tên jêkirin.

Hosteyê keviran Mehmet Nafî Ersan anî ziman ku malên bi ‘kevirên kurmancî’ hatine çêkirin havînan hênik û zivistanan jî germ in. Ersan diyar kir ku hezar sal jî di ser van keviran re derbas bibin jî tiştek bi van nayê û destnîşan kir ku kevirên mala ew lê rûdinê aîdî 2 hezar sal berê ne û wiha got: “7 sal berê kevirên vê malê ji ber siwaxa reş nedixuyan. Lê dema min siwaxa ser rakir, xweşikbûna wan derket.” Ersan got ku niha nirxê van keviran ketiye û wiha domand: “Li Mêrdîna kevn mitbex, serşok, lawabo li hewşê ne. Li malekê 2-3 kesan tifik çêdikirin. Jiyaneke hevpar hebû. Lê niha mirov berê xwe didin cihê rihet.”

Ersan anî ziman ku siwaxa reş di 1983’yan de hatiye Mêrdînê û destnîşan kir ku ev siwaxa reş ku li ser keviran tê kirin bêhnê li keviran diçikîne.

Ersan da zanîn ku ew kevirên siwaxkirî şe dike û wiha pê de çû: “Dema sewax bê rakirin û kevir bên şekirin, kevir bêhnê distînin û emrê keviran sed sal dirêj dibe. Jixwe carekê bê kirin bes e.” Ersan bi bîr xist ku li Mêrdînê gelek malên bên restorekirin hene û divê ji bo vê yekê piştgirî li wan bê kirin û wiha pê de çû: “Gelek mal, ji ber bêxwedîtiyê roj bi roj hildiweşin. Lê em dixwazin temenê avahî û malên dîrokî dirêj bikin. Ger wiha be dê deng û rengê Mêrdinê hîn zêdetir xwe bide der.”


DÎHABER / MÊRDÎN