Kongreya Star ji bo şermezarkirina dîwarê parçekirinê yê li derdora Efrînê, li navçeya Tirbespiyê bi dirûşma “Em ê têkoşînê bilind bikin, dîwar hilweşînin û Efrînê rizgar bikin” meşek li darxistin. Meş bi beşdarbûna bi sedan pêkhateyên navçeyê yên Kurd, Ereb û Suryan bi rê ve çû. Meş ji pêş Navenda Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê ber bi Çerxerêya Azadî ve dest pê kir. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û alên PYD’ê hildan û tevî dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk ya xaka Sûriyê, bi taybetî kantona Efrînê, meşîn.

Heta rizgariyê berxwedan

Dema girse gihîşt Çerxerêya Azadiyê meş veguherî mitingê. Li vir endama rêveberiya Kongreya Star, Xaliya Eyûb peyivî û got, ”Tirkiye parçekirin û qutkirina xaka Sûriyê dike armanc. Tişta niha jî li Efrînê dibe, nîşaneya vê yekê ye. Tirkiye Efrînê vediguherînê cihûwarbûneke Tirkî. Weke jin berxwedana me wê heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û hilweşandina dîwarê parçekirinê bidome.”

Em ê Efrînê rizgar bikin

Endamê rêveber ê PYD’ê Yasir Xelef jî diyar kir ku Tirkiye hewl dide bi rêya dagirkirina Efrînê û bicihkirina çeteyên ji Xûta, Bab û Ezazê, ji nû ve Împaratoriya Osmanî û terora wê ya ku hê jî di mêjiyê şêniyên herêmê de ye, ava bike û got, “Bajarê Efrînê, bajarekî Kurdî ye û çi qas destdirêjiya terorê lê bê kirin jî, dê Kurdî bimîne. Di zûtirîn demê de em ê Efrînê rizgar bikin.”

 

ANHA/QAMIŞLO