Hêzên Ewlehiyê hewildana teqînekê li Tebqayê vala der xistin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Tebqayê êrîşa çeteyên DAIŞ`ê ya bi erebeyeke bombekirî li ser bajêr vala der xist. Erebeya bombekirî ku tonek TNT hilgirtibû ji aliyê Hêzên Ewlehiyê ve hate desteserkirin. Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Tebqayê, ji bo parastina ewlehiya bajêr û bicihanîna aramiyê,  bê navber dixebite û di 24 saetan de li nava bajêr û gundewarên wê, dewriye tên avêtin.

Di vê çarçoveyê de, Hêzên Ewlehiya Hundirîn hewildana teqîna erebeyeke bombekirî ku li Tebqayê dihate plankirin bê teqandin, rawestand û erebeya bombebarkirî desteser kir. Erebeya bombekirî ji gundê Ebû Asî yê li Tebqayê, dihat. Gundê Ebû Asî di 8`ê Hizêrana derbasbûyî de ji aliyê QSD`ê ve, hate rizgarkirin.

Têkildarî mijarê, Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Tebqayê Mûsa Xelef ji ANHA`yê re axifî û dest nîşan kir ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn erebeya bombebarkirî ku ji gundê Ebû Asî berê xwe dabû bajarê Tebqayê, girtin. Xelef diyar kir ku hêzên wan erebe bêbandor kirine. 


 TEBQA