MAHMÛT RÛVANAS / MA/ŞIRNEX
Li Qilebanê beşekî welatiyan debara xwe bi heywanxwedîkirinê dikin. Dewleta Tirk a dagirker û înkarker çûna wan a zozanan asteng dike. Xelkê herêmê radigihîne ku esker ji wan re dibêjin: “An hûn ê bibin cerdevan an jî hûn ê neçin zozanan.”
Şêniyên gundê Elemûn ê Qileban a Şirnexê ku nêzî sînorê Herêma Kurdistana Federe ne, hewl didin ku di meha Hezîranê de biçin Zozanê Kaniya Spiyê. Lê belê xelkê herêmê tînin ziman ku eskerên dewleta Tirk a dagirker zorê li wan û qoricîtiyê li ser wan ferz dikin.
Ev der bihuşta me ye
Sermiyan Olmez (53) diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve sewalvaniyê dike û got, ji meha Nîsanê ve dest bi amadekariyên xwe kirine û heywanên xwe birine qûntara çiyê. 10 salan li Stenbolê mam. Lê dawiya dawî dîsa hatim gundê xwe. 10 salên Stenbolê ne bi rojeke gundê min e jî. Li vira hizûr û aramî heye. Bedewiya xwezayê, bereket heye. 40 roj in neçûme gund, lê ne xema min e. Li van çiyayan hewa paqij heye. Hela li van dara, li van çiyaya mêze bikin. Ev der bihuşta me ye.”
Esker me asteng dikin
Zumeyra Olmez jî anî ziman ku cihê lê ne nêzî sînor e û got, ev der ji bo xwedîkirina heywanan cihekî zehmet e. Em diçin zozana esker me asteng dikin…Olmez agahî dide û tîne ziman ku esker ji wan re dibêjin her gundiyek tenê dikare 5 heywanan xwedî bike û got: “Esker nahêline em biçin zozanan. Nahêlin em pir heywnana xwedî bikin. Dixwazin em heywanên xwe bifiroşin. Qorîcîtiyê li me ferz dikin. Em ne dibin cerdevan ne jî cerdevantiyê dikin.”