ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Serokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ) Emer Salih der barê rewşa civaka Êzîdî de peyivî. Emer Salih di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser plan û xeterên li pêşiya civakê û got, ”Lazim e em li benda ferman û êrişên nû nemînin. Divê em ji bo Êzîdiyatiya xwe kar bikin. Ji ber ku heta niha ne hikûmeta Iraqê û ne jî NY’ê tiştek ji bo Şengalê nekirine.”

Serokê PADÊ Emer Salih di dewamê de têkcûyina DAIŞ”ê jî nirxand û got; “Em dibînin ku îro DAIŞ di warê eskerî de bi dawî bûye, lê bi hezaran gelê me bi destê çeteyên DAIŞ´ê hatin qetilkirin. Malên me hatin talankirin û heta niha hestiyên zarok, dayik û bavên me ji çolan nehatine rakirin. Ji ber vê, berî çend rojan me daxuyaniyek da û bang li hemû rêxistinên navneteweyî kir ku wan DAIŞ‘iyên ku ji aliyê QSD’ê ve hatine girtin, dadgeh bikin. Ji bo vê daxuyaniyê em dereng man. 4 sal derbas bûn, di serî de welatên navneteweyî û hikûmeta Iraqê li ser mijara Şengalê bêdeng mane.”

Divê em daxwaza mafên xwe bikin

Serokê PADÊ Emer Salih di dawî de bang li hemû hêz û rêxistinên Êzîdiyan kir ku bi hev re rabin ser xwe û daxwaza mafên xwe bikin û got; “Divê ti kes li benda ferman û êrişeke din nemîne û rabe ji bo Êzîdiyatiyê kar bike. Ji ber ku dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, hemû aliyên Şengalê hedef girtin û ti cudahî nexist navbera Êzîdiyan, lewma divê em hemû aliyên Êzîdî bi hev re daxwaza mafên xwe bikin.”