Gundê Miwêlê her çiqas li ser navenda Sêrtê be jî Çemê Dîcle gund û Sêrtê ji hev qut kiriye. Ev gund li gel ku pir xweşe lê çûn hatina wê ya bi navenda Sêrtê re pir zehmet e. Dema pêdiviyek van welatiyên gund çêdibe, ji ber ku pira wan li ser çem tuneye, ji neçarî li ser keştiyan xwe digihînin Sêrtê. Lê ev rêwitiya bi keştiyan re jî jiyana gundiyan têxe xeterê. Welatiyên gund herî zehmetiyên mezin jî dema nexweş çêdibin dikişînin. Rê ji Mêrdîn û Êlihê diçe gundê Miwêlê, lê belê ev jî pir dûr e û riyek xerabe ye.
Ev dîrok wê tine bibe
Dema welatî li ser keştiyan seferan dikin xeterayan pir baş dide nîşandan û kêfxweşiyê jî bi welatiya dide jiyîn. Hin kelek bi destan hatine çêkirin û hinek jî hazir hatine sitendin. Hin kelek bi bin wan ve lastîk hene û hin jî bi sotemeniyê dixebitin. Li gel ku welatiyên gund di aliyê çûn hatin de zehmetiyê pir mezin jî dikişînin lê gund hêjayî mirov li gund bijîn û jiyana xwe li wir derbas bikin. Li gel vê pirsgirêkê, gundê Miwêlê di bin ava bendava Ilisu yê de dimîne.
Rêwîtiya zehmet
Welatiyê bi navê Ahmet Yaşar ê ku li gund dimîne û ajokariya keştiyê dike diyar kir ku bi salane ew li ser van qayikan hatin çûna xwe bi Sêrtê re pêk tînin û got ku li gel hemû xeteran jî neçar in ku qeyikan bikar bînin. Yaşar, da zanîn ku li gel ku hatin çûna bi gundê wan re zehmet e jî naxwazin dev ji gundê xwe berdin û wiha got: “Gundê me pir xweşe cihê warê bav û kalê me ye. Em naxwazin ji ber pirsgirêkên hatin çûnê dev ji jiyana xwe, gundê xwe berbidin. Dema em bi keştiyan seferan dikin jî diçûn û tên xeterê dibînin, lê dîsa jî em neçarin bi kar bînin. Dema mehên hewa xweş be bikaranîna keştiyan xweş e. Lê dema zivistanan ava çem zêde dibe, tê wê astê ku em nikarin bi keştiyan jî hatin çûn pêk bînin.”
‘Bendav çênekin´
Yaşar, destnîşan kir ku gundê wan jî di bin ava bendava Ilisû de dimîne û wiha got: “Ji gelek gundên di bin avê dimîne jî yek ji van gundan ê me ye. Dema gundê me di bin avê de bimîne hemû jiyana me li vir xilas dibe û tê talankirin. Li gel gundê me xweza û hemû axa me jî tê tunekirin. Em naxwazin gundê me û axa me bibe qurbaniya bendavê.” Yaşar, daxwaz li rayedaran kir ku li guh bidin pirsgirêka hatin çûna gundê wan û got ku heta ji gundê wan û gundên derdorê pirek an go formûlek hatin çûnê pêk neyê dê çûn û hatina wan her tim di nav xeterê de be.
DIHA/SÊRT