KODAR û PJAK’ê li ser bingeha neteweya demokratîk û xwerêveberiya demokratîk projeyek pêşkêş kir û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Îranê bang li rêveberiya Îranê kir ku vebûneke siyasî bide destpêkirin.
KODAR û PJAK’ê ji bo çareserkirina alozî û gengeşeyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku tê de xalên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hene, nexşerereya xwe eşkere kir. Di nexweşerê de hat destnîşankirin ku bi rêya netewe demokratîk û xwerêveberiya demokratîk pirsgirêkên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dikarin bi hev re çareser bikin.
Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ev çendek e li ser nexşereya çareseriyê dixebitî ku bi gelek aliyên siyasî û rewşenbîran re jî şêwirîbû, doh belav kir. Di nexşereyê de bi 2 sernivîs, 11 xal û 8 rewşan (boyut), îşaret bi vê yekê hate kirin ku bi demokrasiya esasî û bi dînamîkên navxweyî pirsgirêkên heyî dikarin werin çareserkirin. Her wiha di nexşerê de hat gotin ku ew wekî alî ne statukoya heyî ne jî mudaxaleya hêzên derve qebul dikin û hat destnşankirin ku li ser esasên xeta sêyemîn dikarin rê li ber guherîn û veguherînan vekin. KODAR û PJAK’ê ji bo rêbazên çareseriyê, ev xal pêşniyaz kirin; siyaset û destûra demokratîk, bipêşxistina modela rêveberiyên xwecihî û xweseriya demokratîk.
Xwerêveberiya demokratîk
Amadekaran di nexşerê de KODAR û PJAK’ê derbirî ku li ser esasê azadiya neteweyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo çareserî demokratîk amade ne û domand: “Em wekî KODAR û PJAK di çerçeveya neteweye demokratîk û xwerêveberiya demokratîk de ji Îranê vebûneke dixwazin ji bo çareser kirina pirsgirêka Kurd û Îranê.”
Her wiha di nexşerê de hat diyarkirin ku KODAR sîstemeke ji partiyekî berfirehtir e û projeya wê jî ji bo hemû gelên Îran û Kurdistanê ye û ji bo armanca wê jî wiha hate gotin:” Armanca KODAR’ê pêkanîna demorasiya xwecihî û azadiya li ser esasê xwerêveberiya demokratîk e. Ji bo wê pergala komara îslam ya Îran jî bi şêwazê heyî qibûl nake KODAR asta têkoşîna xwe li gorî daxwaziya desthilatdariyan diyar nake.”
Ji bo pirsgirêka Kurd
KODAR ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd daxwazên xwe wiha rêz kirin: “KODAR guhertinên bingehîn tercîh dike li cihê restorasayonê. ji bo KODAR’ê xalên rast ev in; “pirsgirêka demokrasî û demokratîzekirina Îran, qanûna bingehîn û demokratîzekirina netewî û li ser vî esasî gihiştin bi netewa demokratîk». KODAR amade ye ji bo rê û rêbazên demokratîk pirskirêkan çareser bike bi formûla (devlet + demokrasî) yêkbûyîna siyasî û çandî ya Îranê esas digre.”
NAVENDA NÛÇEYAN