Keddarê çapemeniya azad mamoste Kadrî Kaya yê pêr wefat kirî, doh li Amedê hat veşartin. Keddarê çapemeniya azad mamoste Kadrî Kaya, duh li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê ku ji ber nexweşîna pençeşêrê lê derman dibû, çû ber rehma xwedê. Malbatê cenaze bir mizgefta Goristana Yenîkoy a Baxlarê. Xebatkarên DÎHA’yê ya bi dewleta Tirk ew girtî û mamoste Kadrî 13 salan nûnertiya wê kirî, parlementerên HDP’ê Tayîp Temel, Dersim Dag, Saliha Aydenîz û gelek siyasetvan, endamên Egîtîm-Senê, rojnamevan û şanovan tev li merasîma cenaze bûn. Piştî wecîbeyên olî pêk hatin, kedkarên çapemeniya azad, cenazeyê Mamoste Kadrî li ser milê xwe kirin û birin goristanê.

Li pey heqîqetê

Berdevkê Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) Hakki Boltan, di merasîmê de got, mamoste Kadrî tim dabû pey heqîqetê: “Mamoste rê û têkoşîn hoyî me kir. Em kedkarên çapemeniya azad, em ê heta dawiyê têkoşîna wî bidomînin û geş bikin. Mamoste tim mafê nûçewergirtinê ya gel diparast û em ê jî di vê rêyê de bimeşin. Me soz da mamoste û hevrêyên wî. Oxir be mamoste.” Parlementer Tayîp Temel di merasîma cenaze de axivî û got, “Jiyana wî wê ji bo keddarên çapemeniya azad bibe rêber.”

Piştî axaftinan keddarên çapemeniya azad qurnefîl danîn ser gorê.

Taziyeya mamoste Kadrî Kaya li Mala Şînê ya Şaklatê ye.

 

AMED