Li hala kevn a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, welatiyên ku kar bi dest naxin bi kirîn û firotina şamiyan (elokan-cûlok) debara xwe dikin. Çend welatiyên ku bûne şirîkên hev û her serê sibê tên ber deriyê hala kevn, ji gundiyan şamiyan (elokan-curok) dikirin û difiroşin welatiyên bajar. Bazirganên şamî, mirîşk û qazan ku li ber deriyê hala kevn cih ji xwe re girtine bi salan in her roj serê sibê tên û êvarî diçin mala xwe.

'Herî zêde zivistanî şamî tên firotin'

Şamîfiroşê bi navê Îhsan Gocenîk ê 32 salî, diyar kir ku 10 salin şamîfiroşîyê dikê. Gocenîk, anî ziman ku li ber deriyê halê nêzî 15 welatiyan li erdê vala elok, mirîşk û qazan difiroşin. Gocenîk, da zanîn ku nifûsa mala wan 8 kesin û bi firotina sewalan debarê dike. Gocenîk, destnîşan kir ku ji ber goştê elok, mirîşk û qazan di demsala havînê de nayên xwarin hem erzan dibin û hem jî nayên firotin û wiha got: "Di demsalên payiz, zivistan û biharê de ji ber hewa sar dibe goştê wan zêde tê xwarin û bi vê yekê re buhayê wan jî zêde dibin." Gocenîk, bibîrxist ku elok, mirîşk û qas di demsala buhar û havînê de li çol, gund û deştê di nava xwezayê de tên xwedîkirin û piştî mezin dibin, di demsala bayiz û zivistanê de li bajaran tên firotin. Gocenîk, bal kişand ser buhayên sewalan û wiha axavî: "Bihayê şamîyan ji 35 TL'yan heta 115 TL'yan tê guhertin. Bihayê mirîşkan jî ji 15 TL'yan heta 25 TL'yan tê guhertin. Bihayê qazan jî ji 60 TL'yan heta 80-85 TL'yan tê guhertin.

Welatiyên gundan xwedî dikin em jî difiroşin

Şamifiroşê bi navê Abdullah Bertek ê 48 salî jî anî ziman ku welatî li gundan elok, mirîşk û qazan mezin dikin û tînin difiroşin wan. Bertek, da zanîn ku ew elok, mirîşk û qazan ji gundiyan dikirin û difiroşin welatiyên bajêr. Bertek, bilêv kir ku ew her serê şamî, mirîşk û qasekê 3 -5 TL kar dikin û wiha got: "Hin rojan heye em 10 şamîyan difroşim. Hin caran heye em qet nafroşim. Bertek, destnîşan kir ku 20 salin karê şamîfiroşiyê dike û wiha got: "Ez saet di 6.00'ê sibê de têm û di 16.00 de diçim malê. Ji ber betaliyê 20 salin şamîfiroşîyê dikim. Ez 10 kesan bi bazirganiya şamîfiroşiye dikim. Sal bi sal kirin û firotina sewalan kêm dibe û ev yek bandorek neyînî li ser me dike. Li aliyê din jî ji ber rewşa welatiyan a aborî nebaş e wekî berê zêde şamî û mirîşkan nakirin û heywanên me di destê me de dimînin. Bi taybetî ji ber di demsalên havînê de nayên firotin, em elok û mirîşkên ku nayên firotin bi şev dibin mal û li malê xwe dî dikin. Hin caran heta 2 hefteyan em nikarin bifiroşin û wan li malê xwedî dikin. Ji ber vê yekê em hin caran zerarê dikin. Niha sersal nêzîk bû firotina wan jî zêde dibe. Her sal herî zêde di sersalê de elok û mirîşk tên firotin." Bertek, destnîşan kir ku kesên tamê jê distînin êdî gelek carên din jî bi telefonan sparîşê ji wan distînin.

AMED