Her olên cidî xwedî rêbaz û qanûnên xwe yên xweser in. Lê ev nayê wê wateyê ku tiştek ji prensîpên pêxember û olên berî xwe negirtine. Her pêxemberî hin tişt ji çanda ku di nav de mezin bûye û ji olên berî hin tişt girtine. Ev ne kêmasiyeke ji bona wan olan. Ya girîng ew ku pêxemberan çiqasî prensîpên xwe di ola xwe de bi cih kirine û prensîpên wan çiqasî civak bi pêş ve birine.
Qanûn û rêbazên ola Manî jî xweserin û bawermendên ola wî li gorî rêbazên wî tevdigerin. Manî baweriya ola xwe li ser dijberiya ronahî û tariyê ava kiriye. Herdu hêz di nav tekoşînê de ne û yek nikare ya din têk bibe. Di ola wî de hêza ronahî û tariyê xwediyên hêzên wekhev in. Cihê tarî lê hebe, ronahî jî heye. Bizava mirov ya herî pîroz ew e ku xwe bigihîne ronahiyê. Di nava her mirovê li ser rûyê dinyayê de di hizir û ramanê wan de ev dijberî heye. Di ola wî de mirov hebûna herî pîroz e. Ji mirov pîroztir tiştekî din nîne. Di ola wî de kuştin tawanê mezin e û qurban dayîn ji binî ve qedexe ye.
Ola Manî ji du katagoriyên mirovan û du prensîpên cuda pêk dihat. Weke Manî gotî, yekem bijartî ne û duyem guhdêrin. Di roja me de, ev nav bûne pîr û mirûd. Lê Manî bijartî û guhdêr ji wan re gotiye. Herdu beş jî, bawermendên ola Manî ne. Erkên wan ji hev cuda ye. Erkên ku divê ”bijartî” bi cih bînin heye û yên ku divê guhdêr bi cih bînin heye.
Erkên ku divê guhdêr bi cih bînin ev in. Yekem divê piştgirî bidine bijartîyan. Duyem ji dîroka rabûrdû bawer bikin. Sêyem ji dualîzmê bawer bikin. (hêza tarîyê û hêza ronahiyê) Çaram derewan nekin, pêncem çavên xwe neberdin namûsa hinen din. Şeşem ji bona başbûnê kar bikin. Heftem rojê çar caran niyaz (dua) û nimêj bikin. Berî niyaz û nimêjan divê destnimêja xwe bi avê bigirin. Destên xwe heta anîşkên xwe baş bişon, rûyê xwe heta paş guhên xwe bişon, avê sê caran di devê xwe de biçerqilînin, herdu piyên xwe bi avê bişon û piştre niyaz û nimêjên xwe bikin. Di dema niyaz û nimêjên rojê de berê xwe bidine rojê. Di niyaz û nimêjên şevê de jî, berê xwe bidine heyvê ku heyv nebe, berê xwe bidine stêrkan ku stêrk jî nexwiya bin berê xwe bidine bakur û niyaz û nimêjên xwe bikin. Heştem bixwînin û xwe fêrî xwendinê bikin. Nehem ji heftiyê roja yekşemê rojî bigirin. Dehem malê kesî nedizin û bi derewînî sond nexwin. Yazdehem di dema silav li hev dikin de destên xwe yê rastê bidine hev. Ev şêwê silavkirina ku îro hemû mirovên cîhanê li hev din dibêjin ku ji prensîpên ola Manî maye. Ev tevgera ehlaqî ya ku ji guhdêran dihate xwestin bi qasî ya bijartîyan ne dijwarin.
Di ola Manî de du ehlaq hene, yek ji bona bijartiyane û yek ji bona guhdaran. Manî dibêje, ´´li pêşiya kesên ku daxwaza wan li mûkemeliyê digere, riyeke asê û zahmet heye. Lê li pêşiya mirovên ji rêzê jî riyeke din heye.´´
Prensîpên bijartiyan wisa ne. Sê mohrên bijartiyan hene, yekem mohra dev e, ev mohra ji bona ku bijartî xwe ji gotinên xirab û xwarinên xirab dûr bigirin e. Duyem mohra dest e, ev mohra ji bona ku bijartî tu giyandaran nekujin û fêkî jî ji daran jênekin. Ji ber di ola Manî de ronahiya Xwedê, hem di giayadaran de û hem di hemû tiştên ku xwarinê didinê de ye. Hêjayî gotinê ye ku kurd heta roja îro jî hê bi nan û xwarinê sond dixwin. Mirov di rabûn û rûniştin, di sond û niyazên kurdan de gelek prensîpên ola Manî dibîne. Sêyem mohra dil e, ev mohra ji bona ku bijartî xwe ji hizirkirinên xirab û daxwazên xirab dûr bigirin e.
Ji bilî van her sê prensîpê bingihî, gelek prensîpên din hene ku divê Bijartî wan bikin. Bijartî nezewicîn, nabin xwedî yar û xwe ji têkiliyên cinsî dûr digirin. Goştnexwin, şerabê nevexwin, ji heftiyê du rojan, roja yekşemê û duşemê rojî digirin.
Bijartî bi kêrê nan qetnakin. Îro jî, hê li gelek herêmên Kurdistanê bi kêrê nan qetkirin guneh (tawan) tê zanîn. Bijartî nikarin bibin xwedî mal û weke oldarên olên din cihê ku lê bimînin nebû. Demeke dirêj li cihekî mayîn ne cayîze. Li nav gel digeriyan û xwarina wan gel dida wan. Gel wan dihewandin malên xwe û li malên xelkê radizin. Cilên gelekî xweşik li xwe nakin û xwe ji quretiyê dûr digirin. Karê wan rê û rêbazên olî ji gel re bêjin û alîgirên ola xwe
zêde bikin e. Di hin olên berî Manî de jî, zewac ji oldaran re nebû, lê cihê ku lê diman hebû. Ev rêberê olî li perestgehan, dêran û menastiran diman.
Lê rêberên ola Manî bijartî cihê wan yê manê nabe. Cihê mana wan nav mala xelkê bû.
Nivîsa tê Manî û bandora exleqê wî ye.