Nûçegihanê DÎHA'yê Gokhan Altay ji bo kesên dibêjin "Em fêm dikin, lê em nikarin bi Kurdî biaxivin" rêbera axaftina kurdî amade kir û weşana AR'ê hat çapkirin. 

Her çendî polîtîkayên bişaftinê ji hêla dewleta Tirk ve bên meşandin jî ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî jî xebat tên meşandin. Yek ji van xebatan jî xebata rêbera axaftina Kurdî ye. Nûçegihanê DÎHA´yê Gukhan Altay ev rêbera axaftinê  nivîsandiye û pirtûk ji weşanên AR'ê derçû. Ev rêbera axaftinê wê di sohbet û minasebetên rojane de ji bo kesên kurdî-axêv bibe çareserî.


Rêbera portatîf

Pirtûk, ji ferheng û gramerekê zêdetir li ser axaftinên rûtîn ên rojane hatiye amadekirin. Sohbeta di navbera du hevalanheta bi pirskirina li navnîşanekê di rêberê de cihê xwe digirin û ji bo xwîner dibin alîkar û teşwîq ji bo bikaranîna Kurdî di axaftiba rojane de.


Armanc axaftina bi Kurdî ye

Pirtûk ji derveyî hin agahiyan ji 52 beşan pêk tê, bi silavdayîn û hevdûnaskirinê dest pê dike. Kite kitên mîna di dema hevdunaskirinê de yên weke behskirina xwe û malbata xwe di rêberê de cih digirin. Dema kesek biçe dermanxaneyê ka ew ê çawa bi Kurdî derman bikire, dema kesek ji bo cihekî bîbîne li navnîşanê bi Kurdî ji me bipirse, em ê bi Kurdî çawa navnîşanê terîf bikin jî nehatine jibîrkirin..


Kesên Kurdîzan û Kurdîaxêf 

Di bingeha rêberê de tişta esas hatiye girtin, zêdetir gotinên rojane ne ku mirov herî zêde di wan digihijin. Dema kesek hevalekî bibîne, dema bi Kurdî jê dipirse, em ê biçin kîjan dibistanê, gelek caran bersiva wî/wê, ez bi Kurdî dizanim lê nikarim biaxivim e; li hemberî vê helwestê jî ev rêber dibe çarerseriyek. Ango êdî bahane wê nemînin.


Xebateke girîng e

Mevlut Aykoç ê ku edîtoriya pirtûkê kiriye, diyar kir ku ji bo ziman di aliyê nivîsê de bi pêş bikeve, xebatên bi vî rengî girîng in û ji bo di aliyê hin zimanan de mirov bibe xwedî agahî, ji bo xwe bi pêş bixe, xebatên amadekirina rêberên axaftinê di cih de ne. 


 IZMÎR