
Nivîskar û rojnamevanê bi navê Witold Rebitovîc bi şoreşa gelê Kurd ku li Rojhilata Navîn gur bû, bandor bû ji ber vê yekê berê xwe da Kurdistanê da rastiya ku li vê herêmê rû dide, ji raya giştî re ragihîne. Rebitovîc li Kurdistanê gelek bûyerên girîng wekî; ″rûxandina bajarên Bakurê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta AKP′ê ve û Şoreşa Rojava ku bi vîna xurt a gelê Kurd gelek destkeftî bi dest xistin″ dîtin.
Rebitovîc bûyerên ku Rojava diqewimin û çawa Kurd herêmên xwe bi xwe birêve dibin, ragihandin. Li aliyekî din jî, êş û zehmetiyên ku Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê dikişînin, vegot û gelê Polonî re da nasîn. Rebitovîc hemû çavdêriya xwe di pirtûka bi navê ″Navê min Kurdistane″ de kom kir. Lê ji ber ku di vê pirtûkê de siyasetên ku AKP′ê li dijî gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê dide meşandin ji cîhanê re ragihand, Tirkiyê ew xist lîteya terorê.
Pirtûka ″Navê min Kurdistane″
Dema ku agirê şoreşê li Rojava gur bû, Rebitovîc destpêkê serdana Bakurê Kurdistanê kir û li bajarê Farqînê keçeke Kurd a 17 salî dît. Dema ku navê wê pirsî, keçikê got: ″Navê min Kurdistane″. Wê demê Rebitovîc biryar girt ku derbarê êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên ku di sala 2016′an de li dijî gelê Kurd pêk hatin de, pirtûkekê bi navê ″Navê min Kurdistane″ binvîse.
Rebitovîc xwest ku di vê pirtûkê de şoreşa gelê Kurd ê Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê ya li dijî ″terora Tirk″ û çeteyên DAIŞ′ê ji gelê Polonî re ragihîne. Her wiha êş û azarên ku gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê di encama siyasetên AKP′ê de kişandine jî, vegotiye.
3 hezar pirtûk hatin çapkirin û wergerî zimanî Polonî jî bûye.
Rebitovîc bi moralekî bilind dixwaze pirtûkeke din li ser Kurdistanê binivîse ji ber ku li ser Kurdan nivîsand, Tirkiyê ew xist lîsteya terorê
Ji ber ku Rebitovîc derbarê Kurdan û terora AKP′ê de nivîsandiye, sefaretxaneya Tirkiyê ya li Polonyayê, ji Wezareta Karê Derve ya Polonyayê ragihand ku Rebitovîc bi nivîsên xwe, piştgiriya terorê dike. Ji ber vê yekê, Rebitovîc ji aliyê AKP′ê ve, ket lîsteya terorê.
Rebitovîc di adara sala 2017′an de jî, xelata cesaretê ji sefaretxaneya Iraqî ya li Polandayê, wergirt û di heman salê de, pirtûka xwe ya bi navê ″Navê min Kurdistane″ weşand û xelata Mezlûm Bagok a Kedê ji Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojava, wergirt.
ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO