LUQMAN GULDIVÊ


Li ser navê meclîsa biyaniyan a Friedbergê, serokê wê Recep Kaplan piştî ku pê ilam dibe ku Seyda Perînçek vexwendî pîrozkirina cejna kolanê ya îsal e, telefonî Die Linke dike û dibêje, ew ne razî ye ku kesekî “pesnê” terorîstan” bide, derkeve ser dikê. 

Deswerdan ji Tirkan û nexasim nijadperestên wan re bûye adetek. Piştî ku derket holê li gelek meqam û erkên fermî yên li Elmanyayê de jî ev nijadperestên Tirk bi îstîxbarata Tirk MÎT´ê re dixebitin û heta elaqeya wan bi endamên JÎTEM´ê re heye, êdî mirov yekser li wê difikire ku ev destwerdana li her devera Elmanyayê siyaseteke Tirk e. Mînaka weke Dondu Yazgan a li eyaleta Hessenê di beşa ‘polîsên ahengiyê’ de erkdar û bi têkiliyên xwe yên bi MÎT’a Tirk deşîfre bû. Vê yekê pesend dikin.

Li bajarê Friedbergê ê li eyaleta Hessenê, rêveberiya herêma Wetterau (wilayeta îdarî ku Friedberg navçeya wê ya navendî ye) weke hersal cejna xwe ya kolanê ya ku bi navê Usagassenfest tê zanîn dawiya hefteyê li dar xist. Îsal organîzatoran li bernameya xwe ya çandî, hunermendê Kurd Seyda Perînçek jî zêde kir. Perînçek şemiyê tevî koma kolana Usagasse ya ji Bulgaran muzîka Balkanan îcra kir, derket ser dikê û xelkê jî hez ji muzîka wan kir. Ecêba li vir jixwe ne muzîka wan bû, lê destwerdaneke ecêb a beriya çalakiyê bû. Li ser navê meclîsa biyaniyan a Friedbergê, serokê wê Recep Kaplan piştî ku pê ilam dibe ku Seyda Perînçek vexwendiye, telefonî Die Linke dike û dibêje, ew ne razî ye ku kesekî “pesnê” terorîstan” bide, derkeve ser dikê. Li ser hesabên Kaplan ên torên civaka medyayî bi awayekî zelal diyar dibe ku Kaplan alîgirekî rejîma paşverû ya AKP’ê ye û dildarekî dîktatorê Tirk Erdogan e ku gelek caran parvekirinên pesindar li ser Erdogan kirine.

Parlemantera eyaleta Hessenê a ji partiya Die Linke (Çep) Gabi Faulhaber ku di heman demê de serokê rêxistina Die Linke li Wetterau ye jî, dibêje, wê Perînçek par bi rasthatina çalakiyeke li parlemana eyaletê dîtiye û wiha dewam dike: “Dema ji bo şahiya îsal a Usagassenfest amadekarî hatin kirin, min pêşniyaz kir û rêveberiya me ya Friedbergê jî erê kir ku em wî vexwînin.” 


‘Ev çi bêşerm e’

Cîgira seroka rêxistina Die Linke ya Wetterau li Friedbergê Anja ElFechtali behsa ecêbê dike û dibêje, “Piştî ku me amadekarî meşandin, kesekî telefon kir. Got, ez Birêz Kaplan (Recep Kaplan) im; ez serokê Meclîsa Biyaniyan a Friedbergê me, niha li Tirkiyeyê me. Min bihîstiye hûn kesekî pesnê terorîstan dide, vedixwînin şahiya xwe û wî derdixin ser dikê. Ez ne razî me. Piştre jî got, civaka Tirk jê re gotiye ew ne razî ye. Min ji xwe re got, ev çi bêşerm e. Tiştekî wisa dibe ku dest werde biryara me ya rêxistina Friedbergê. Wî bi israr xwest bi namzetê me yê şaredariyê, Bernd Baier re bipeyive. Ji ber vê ez bi Birêz Baeier re peyivîm. Min behsa meselê kir, wî jî got, ma ew ne serokê Meclîsa Biyaniyan e, ma ne divê Kurd jî di navê de nûneriya hemû biyaniyan bike! Guh medin wî, Kurd jî mirovên me ne.” ElFechtali ya ku di heman demê de endama meclîsa şaredariyê ya Friedbergê ye jî, vê destwerdana Recep Kaplan qebûl nake û divêje, em hemû mirov in û nabe em cudakeriyê bikin. 


Nijadperestekî bêminet

Li aliyê din derket holê ku Recep Kaplan di nava çerxa asîmîlekirina zarokên Kurdan li Elmanyayê de jî xwedî dewr bûye; ew yek ji wan mamosteyên dersên Tirkî li dibistanên Hessenê bû ku konsolosxane wan diyar dikin. Parlemantera eyaletê Gabi Faulhaber ku berê xwe bi xwe jî mamoste bûye, dibêje, “Min Birêz Kaplan berê nas dikir. Ew mamosteyê dersa zimanê welêt ji bo Tirkîaxêvan bû. Lê di dersê de ala Tirkan hil dida, marşa neteweyî bi zarokan dida xwendin. Ev qismî bûbû sedema pirsgirêkan ji bo xwendekarên wî jî.”

Ecêba giran a di vê meseleyê de ew e ku ev kesê ku pedagog e, demeke dirêj mamostetî kiriye, niha serokê Meclîsa Biyaniyan e, li ser navê vê meclîsê û bi bikaranîna navê meclîsê, dest werdide çalakiyeke cihî ya rêxistineke partiyeke siyasî ya Elman. Dema ku mirov li ber çavan digire ku van demên dawiyê ji polîs heta bi Îstîxbarata Elman, ji Mizgeftên elaqedarî konsolosxaneyên Tirkiyeyê heta bi mamosteyên Tirkî li dibistanên giştî, dewleta Tirk hewl dide elemanên xwe yên îstîxbaratê bi cih bike, mirov bivê nevê ji xwe dipirse, gelo ev cesareta “bêşerm”.


Ew Tirkên xwe ji her tiştî erkdar dihesibînin

Recep Kaplan û yên mayî encama siyaseteke giştî ya dewleta Tirk e, ku nexasim jî bi serkêşiya îstîxbarata wê MÎT´ê li Elmanyayê tê birêvebirin. Ka Recep Kaplan ji ber ku nijadperestekî Tirk bû wisa tevgeriyaye, yan ji ber ku dewleta Tirk ev yek jê xwestiye wisa tevgeriyaye, zehmete bê zanîn, lê ya eşkere ew e ku ew heq nake bibe serokê Meclîsa Biyaniyan, ku diviyabû Kurd jî di navê de nûneriya berjewendiyên biyaniyên li Friedbergê hemûyan bike.