Savda, anî ziman ku Tirkiye berê di wê mijarê de mehkûm bûye û got ku Konseya Ewropaya Tirkiye di vê mijarê de bi hişyariyê re jî rojeveka ku navoroka wê ne diyar hate derxistin. Savda, diyar kir ku Tirkiye bi derxistina zagoneka demokratîk ancax naveroka nîqaşa reda wîjdanî li vî welatî got nîqaşbûn pir cûdaye û wiha got: "137 kesî reda wîjdanî dan îlan kirin mekanîzmaya dewletê jî ret kir ancax tiştê tên nîqaşkirin di pêşnûmeya zagona reda wîjdanî de tişteka ku dibên 'Xizmeta gelemperî' mewcûde." Savda, da zanîn ku xizmeta gelemperî dema leşkeriyê bi awayekî bê pîvan heta ku bigîhêje 2 sala bi maratona 'xizmet' dê leşkeriyê bînin halekî kirinê û wiha got: "Ez wek welatiyekî redkarekî wîjdanî sipartina xizmeta gelemperî ya dewletê qebul nakim." Savda, ji hikûmetê pirsî, "Gelo xizmeta gelemperî li gor we çi ye?"
Savda, diyar kir ku dayina xizmeta 24 mehan ne wekheviyeke mezin e û mînaka Yewnanîstanê da. Sevda, bilêv kir ku li Yewnanîstanê xîzmeta cemaweriyê ji 2 merhaleyan pêk tê û wiha berdewam kir, "Ciwaneke yewnanîstanî li hemberî vê jî bertek girt û hate girtin. Ciwan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) da û bersiveke erênî bi dawî bû. Dê dawiya Tirkiye jî bi vî rengî be. Li Ewropayê dema ku behsa xizmeta cemaweriyê bê kirin cihên weke Şaredarî û komale tê fêm kirin. Li Tirkiyeyê niha ji bo xîzmeta cemaweriyê behsa cihê weke 'tesîsên leşkerî'yê tê kirin. Ciwanên ku antîmîlîtarîstin û red a wijdanî pêk tînin çawa herin cihên leşkerî de bixebitin?" Savda, pirsa gelo dê kesên niha leşkerî dikin jî dikaribin reda wijdanî pêk bînin? pirsî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Leşkerên xwedî rutbe dê dikaribin red a wijdanî pêk bînin. Ev jî gelek girîng e. Komîsyonên ciwanên reda wijdanî tînin ziman ku di bin baneya AKP'ê de li Tirkiye, ava bibin ne pêkan e ku bi ser bikeve.
AMED