Li Sûriyeyê doh sendoqên ji bo referandûma pêşnûmeya qanûna nû hatin vekirin. Ev referandûm di nava boykotkirina muxalefetê de û di bin siya topebarana tang û topên hêzên dewletê de pêk hat. Di vê pêşnûmeyê de srokomar tenê carekê dikare dema serokatiya xwe nû bike.
Ji mafê milyon 18 milyon sûrî ye yên ku temenê wan zêdeyî 18 Salî biçin ser sendoqan û dengê xwe li ser vê referandûmê pêk bînin. Hıkûmeta Sûriyeyê wekî diyariya ji bo vê referandûmê roja înê zêdeyî 100 xwepêşandêran kir qurbanî.
Partiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê jî berî niha diyar kirin ku wê wekî aliyê Kurd referandumê boykot bikin û ji ber di wê destûrê de tiştek ji bo Kurdan nîne ew dê neçin ser sendoqên hilbijartinan. Gelê Kurd j îli gorî wê biryarê tevgeriya û li bajarên Kurdan hema bêje senqoqên wan vala man.
Soza xweseriyê
Her çiqasî ku serokê konseya niştimanî a Sûriyeyê Burhan Xelyun di civîna dostên Sûriye de gotibe ku ew amade ne di Sûriyeya nû de mafê xweseriyê bidin Kurdan jî lê ev yek tenê gotin û dilxweşkirin dimîne..lewre ew sozên Xelyun dan tenê ma gotin û di encamnameya dawiya Konferansê de nehate bicihkirin..
Wiha xuya dike ku piştî rexneyên tund ji Konseya Niştimanî ya ku bi navê Meclıs Stenbolê tê naskirin ji alî Kurdan ve hatin ragihandin û piştî nêzîkayên di navbera Kurdan ji devreyî vê konseyê, Meclisê xwestiye ku dilê Kurdan xweş bike û wan bikşîne nava xwe.
Di vê meclisê de bandora herî zêde ya Tirkiye û hevalbendên wê yên ixwan Muslimîn e û ev yek bandorê li hemû biryarên ku tên girtin jî dike…
Ji alî her kesî ve tê zanîn ku Ixwan Muslimîn çawa nêzî pirsa Kurdan dibin , her wiha kes tuneye ku nizane Tirkiyeyê ji bo Kurd nebin xwedî statuyekê hemû hêza xwe xistiye dewrê. Lewre jî çiqasî daxuyaniyên wiha bi soz û gotinê bên dayîn Kurd bi wan sozan pêwîste ku nayên xapandin û nayên xapandin jî.
Heke bi rastî meclisa niştimanî xwedî li wan daxuyaniyên Xelyûn derketa pêwîst bû ku ew gotin wekî biryarekê di encamnameya dawiya konferansê de hatiba bicihkirin. Hate diyarkirin ku partiyên îslamî yên li Cezayîrê ji Qeter û Tirkiyeyê pere werdigirin.
Rojnameya Reflexion a Cezayîrê ku bi Frensî weşanê dike, di nûçeya xwe ya dispêre çavkaniyeke ji Qetarê de ragihand ku partiyên îslamî yên li Cezayîrê alîkariya pere ji Qetar û Tirkiyeyê werdigirin.
Rojnameyê destnîşan kir ku ev her du welat bi fînansekirina partiyên tên tawanbarkirin û diyar kir ku di navbera partiyên Îslamî yên li Cezayîrê û AKP’ya Erdogan de tu ferqek nemaye û got; “Diçin Tirkiye û Qetarê, li wir çend dolarek werdigirin û vedigerin Cezayîrê û modela Tirkan didin nasîn.”
Piştî şoreşa Tûnisê hê jî pergalek ku ji xwestek û hêviyên gel re bibe bersiv nehatiye avakirin; di hilbijartinên meha cotmehê de Partiya Ennahda ya ku weke AKP’a Tûnisê tê nirxandin bi ser ket. Nivîskar-akademîsyen Abdelwahab Meddeb got ku pêş hilbijartinê Tirkiyeyê alîkariya pereyan daye vê partiyê. Hîndekarê Zanîngeha X-Nanterreyê û nivîskarê pirtûka ‘Bihara Tûnisê’ Prof. Abdelwahab Meddeb beşdarî panela li kanala Frensî LCP’yê hat weşandin bû. Meddeb diyar kir ku di hilbijartinan de fînansekirina partiyan pirsgirêkeke pir girîng e.
ŞAM