Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku referandum mafekî rewa ye, lê ji bo pirsgirêkên heyî nabe çareserî. Koçyîgit, anî ziman ku referanduma bi wate bi yekîtiya neteweya Kurd pêk tê û watedar dibe.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgit, der barê referanduma 25’ê Îlonê li Herêma Kurdistana Federe got, her civak xwedî maf e ku paşeroja xwe diyar bike û der barê paşeroja xwe de biryarê bide û wiha peyivî: “Di biryara referandumê de ti fikar tine ne. Lê kêmasî hene. Diviyabû parlamen biryar bidaya. Heger ku biryar li parlamenê hatibûya dayîn dê watedartir bûna.” 

Koçyigît anî ziman ku ji ber ku tenê PDK’ê biryara referandûmê daye, gelek kêmasiyên wê hene û wiha axivî: “Dema mirov li naverokê dinêre referanduma serxwebûnê ye. Ev aliyekî erêni ye. Ji ber ku her civak û netewe xwedî maf e ku qedera xwe diyar bike û xwe bi rê ve bibe. Di encama zextên neteweyî de deriyê parlamenê ji wekîlan re vebû. Vekirina parlamenê pêngaveke erênî ye. Em hemû hewldanên ji bo serxwebûn û yekîtiyê erênî dibînin û em piştgiriyê didin hewldanên yekîtiyê.”

 

‘Mesele ne serxwebûn e’

Koçyîgît, aliyê nerênî û erêni yê referandumê jî nirxand  û got: “Tu rêxistinên ku bi awayekî demokratîk nehatibin sazkirin ji bo xelasî û serxwebûna gelan xizmetê nakin. Mijar ne serxwebûn e. Mijar rêvebirineke çawa ye. Ya girîng çawa tê rêvebirin. Heger îro li Başûr pergala federasyonê hebe û di nava wê de parlamen girtî be bê wate ye. Xuya dike ku pirsgirêk hêj çareser nebûye. Xuya dibe ku serokatiyeke de facto heye. Ev bi xwe pirsgirêkeke mezin e. “

 

Ev Polîtîkaya parçe bike bi rê ve bibe ye

Koçyîgît destnîşan kir, heger referandum  piştî yekîtiya neteweya Kurd bibe, ew ê watedartir be û wiha domand: “Hêj di nava Kurdan de yekîtiya neteweyî nehatiye avakirin. Heta ku yekîtî neyê avakirin dê feraseta statukoparêz a parça bike û bi rê ve bibe, her dem serdest be. Ew ê tifaqa Kurdan ji bo berjewendiyên xwe parçe bikin. Têkiliya Tirkiye ya li dijî Başûr li ser berjewendiyê hatiye avakirin. Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe Başûr wekî partner dibîne. Lê dema Kurd dibin yek wekî dijminê xwe dibîne.”


Kurdistan ne karê dewleta Tirk e

Koçyîgît, anî ziman ku Tirkiye li dijî qanûnên Iraqê yê destûrê dide Herêma Kurdistanê ye û got: “Di qanûnên Iraqê de ev maf heye ku Herêma Kurdistanê biryarê ji bo paşeroja xwe bide. Dibe ku Tirkiye biecibîne yan neecibîne. Lê nikare mudaxale bike. Ev hişmendiya Tirkiyeyê ya Îttihad û Teraqî ya sed sal berê ye. Li şûna Tirkiye tevlî têkiliyên derve dibe, divê berî her tiştî demokratîkbûna xwe bi pêş bixe.” 


 MA/AMED