Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze bi referandûma 16’ê Nîsanê re êrîşa tevkujiyê ya li ser gelê Kurd derbasî merheyeke din bike. Desilatdariya AKP-MHP’ê ku ji êrîşên heta niha encam bidest nexist û ew bi xwe xeketin pêvajoya têkçûnê ji bo xwe li ser lingan bigirin sîstema tevkujer wê faşîzantir bikin. Bi vê referandûmê dixwazin sîstemeke bi vî rengî ava bikin. Li dij encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê darbeyeke siyasî pêk anîbûn û ketibûn vê rêyê. Bi hilbijartinên 1’ê Mijdarê jî perdeya rewabûnê girtine ser mêtîngeriya tevkujer a nû. Niha jî dixwazin qilifekî makezagonî bigirin ser êrişên ku ev du sal in didomînin. 

Qanûna OHAL’ê ya 20’ê Tîrmehê rojanekirina darbeya 12’ê Îlon a 1982’yan e. Referandûma 16’ê Nîsanê jî tê wateya restorekirin û xistina dengdayina makezagona faşîst a 1982’an. Makezagona 1982’an êdî nikare têkoşîna gelê Kurd ne jî ya hêzên demokrasiyê asteng bike. Ji ber vê yekê jî pêwistî bi amadekirina darbeya Rewşa Awarte ya 20’ê Tîrmehê û guhertina makazagonê dîtin. Ev pêngava dawî ya mêtîngeriya tevkujer e. Ji ber ku bi belavbûnê re rûbirû maye. Ji ber vê yekê jî AKP û MHP ewqasî xwe li hev pêça ne. Ji bo parçe nebin ewqasî hovane êrîşî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin. Rêberê Gelê Kurd beriya sê salan ji heyeta HDP’ê ya çû  Îmraliyê re gotibû heger dewleta Tirk ji bo çareseriyê gavan neavêje wê şerê mezin ê dawî rû bide. Ya niha pêk tê şerê dawî ye. Encama vî şerî wê salên pêşiya me diyar bike. Desilatdariya AKP-MHP’ê bi guhertina makezagonê re dixwazin karakter û şêwazê rêveberiya vî şerî ava bikin. Hemû gotinên din û propoganda tenê dikarin li dora vê rastiyê wateya xwe bigirin.

Ji ber ku Kurd bihêz dibin û nêzî jiyana azad dibin, mêtîngerî bi êrişên pêk tîne dixwaze rê li vê yekê bigire. Dixwazin rêxistinbûyîn û îradeya Kurd a bi hêz dibe bişkînin. Dema dîtin ji bo vê yekê makezagona kevin têrê nake bi guhertina makezagonê re dixwazin vê yekê pêk bînin. Lewra divê Kurd vê guhertina makezagonî mîna êrîşeke li dij hebûna xwe bibînin. 12’ê Îlonê ji bo qelandina koka Kurdan pêk hatibû. Darbeya piştî 7’ê Hezîranê û darbeya di 20 Tîrmehê de bi qanûna rewşa halê awarte fermî bû jî bi mabesta gihandina encamê ya vê êrîşa kok qelandinê ye. Ji ber vê yekê divê referandûma 16’ê Nîsanê mîna referandûma kok qelandinê bê dîtin. 

Îttîhat Terakkî di sala 1914’an de ji bo pêkanîna tevkujiya Ermeniyan ketibû şer. Şerê ku beşdar bû ji bo pêkanîna tevkujiya Ermeniyan bikar anî. Desilatdariya AKP-MHP jî 3. Şerê Cîhanê yê li Rojhilata Navîn pêk tê ji bo tekujiyê li dij Kurdan pêk bînin bikar tînin. Ji ber vê yekê ketin Sûriyeyê. Ji ber vê yekê dibêjin, “Li Reqayê di şerê li dij DAIŞ’ê de divê ez jî hebim.“ Derdê AKP’ê ne DAIŞ e ne jî rizgarkirina gelê Sûriyeyê ye. Armanca wê ya bi tenê di tevkujiyê re derbaskirina Kurda ye. Referandûma 16’ê Nîsanê jî ji bo karibe biryarên ji bo vê tevkujiyê hesanî bistîne û gavên xwe bêastengî biavêje tê lidarxistin. 

Referandûm di rastiyê de ji bo gihandina encamê ya tevkujiya li ser Kurdan anîne rojevê. Divê ji her kesî bêhtir jî Kurd hewl bidin ku referandûm têk biçe. Ev jî di asta herî bilind e bi derketina dengên NA yên li Kurdistan û Tirkiyeyê gengaz e. Dengê NA çiqasî di asteke bilind de derkeve wê armanc û hedefên mêtîngeriya tevkujer ewqasî vala werin derxistin. Dengê ERÊ çiqasî zêde derkeve wê xetereya tekujiya li ser Kurdan jî hevqasî mezin be. Di vê çerçoveyê de divê Kurd di referandûmê de dayina dengên NA mîna xwedîderketina li hebûna xwe bibînin û dema çûn ser sandoqê hewl bidin dengên NA di asta herî jor de derkeve. 

 Hin derdorên ku li Kurdistanê têkoşîna wan tune ye û bedelek jî ne dane dibêjin, ‘Ji Kurdan re çi ye referandûm’. Dibêjin, ‘ev referandûm Kurdan eleqedar nake’. Ev nêzîkatiyeke gelekî xeter e. Ev referandûm a dixwaze rêveberiyeke bi feraseta qelandina koka Kurdan tê lidarxistin herî zêde Kurdan eleqedar dike. Neçûna ser sandoqê tê wateya ji tevkujiya li ser Kurdan re bê helwest. Ev yek desilatdariya tevkujer a AKP-MHP’ê bihêz dike. Ev tê wateya bêdengmayina rûxandin û şewetandina bajarên Kurdan ji aliyê vê desilatdariyê ve û avêtina zîndanan a bi hezaran mirovî. Ev pêvajo ferz dike ku hêrî zêde niha em li dij zilmê derkevin. Zilma desilatdariya AKP-MHP’ê zilma piştî 12’ê Îlon a 1980’yi û zilam şerên taybet ên di zalên 1990’i de jî derbas kiriye. Çawa ku di wan salan de dijminatiya li hember Kurdan di asta herî bilind de bû, niha jî heman dijminatî di asta herî jor de ye. Kurd di wan salan de tim li dij derketin. Niha jî divê li dij derkevin. Ji bo vê yekê jî divê biçin sandoqê û bêjin NA. Boykot nabe helwesta Kurdan. Boykot di vî şerê tekujiyê de, di şerê qelandina kokê de tê wateya mayina mîna temeşavan. Yên dixwazin çûyina Kurdan a ser sandoqê astang bikin desilatdariya AKP-MHP’ê û dijberê HDP’ê ne. Ji ber ku dizanin dema Kurd biçin ser sandoqê wê dengê NA bikar bînin. Ji bo vê yekê jî dixwazin çûyina Kurdan a ser sandoqê asteng bikin û bi vê yekê re jî dengên ERÊ zêdetir derkevin. Divê Kurd neyên vê lîstikê.