Di referandûma Brexîtê ya 23'ê Hezîrana 2016'an de, destpêkirina danûstandinên derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê hatibû erêkirin. Pêşnûmeya Brexîtê, ku hefteya bihurî di Kamara Lordan de hat guhertin û hat vegerandin, li Kamara Avamê ji nû ve hat nirxandin û hat qebûlkirin. Skoçyayê jî ku di referandûma Brexîtê de ji sedî 62 ê gel deng da ji bo di nava Yekîtiya Ewropayê de bimînin, referandûma ji bo serxwebûnê ji nû ve ket rojevê. Serokwezîra Skoçyayê Nîcola Stûgeon duh daxuyaniyek da û diyar kir, ji bo referandûma serxwebûnê di dawiya sala 2018'an, ya jî di destpêka sala 2019'an de bê kirin, ew ê bikevin nava tevgerê.
LONDON