Hêzên demokratîk ên li Tirkiye û Kurdistanê ragihandin ku ewê ji guherîna makezagonê ya tê xwestin sîstema serokatiyê ava bike re bêjîn na. Mîna helwesta Kurdan û hêzên demokrasiyê ya li dij desilatdariya AKP û MHP’ê ev daxuyanî girîng e. Bi vê yekê re li dij desthilatdariya AKP-MHP’ê helwestek vekirî û zelal hatiye nîşandan.
Ji bo Kurdan tu rewatiya makezagon û referandûmeke ku rê li ber jiyana azad a bi nasname, çand, xwerêveberî û xweseriyê veneke tune ye. Çawa ku tu rewatiya makezagonên berê tune bû, rewatiya makezagona 12’ê Îlonê û guhertinên li ser bingehê vê dêstûrê jî tune ye. Ji ber vê yekê Kurd wê ji vê guherînê re bêjin na û vekirî nîşan bidin ku tu rewatiya makezagona heyî ji bo wan tune ye.
Ev referandûm ji bo Kurdan ne tenê referandûma guhertinên makezagonî ne. Wê bibe helwesteke li dij mêtîngeriya tevkujer a li ser Kurdan tê meşandin û kirinên wê. Dîsa wê li hember dijminatiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li dij Şoreşa Rojava û Federasyona Demakrotîk a Bakûrê Sûriyeyê jî were wateya nîşandana helwestê. Li dij hewldana têkbirina Başûrê Kurdistan û Şengalê jî tê wateya nîşandana helwestê. Hevkariya AKP û MHP’ê ev salek û nîv e dijminatiya xwe ya li hember Kurdan nîşan dide. Her tiştê bi Kurdan re têkildar bûye dibe hedefa êrîşên wan. Bi rengekî vekirî êrîşî bêrîkirina Kurdan a jiyaneke azad, demokratîk û îradeya wan kirine. Ji bo îradeya jiyana azad û demokratîk a Kurdan têk bibin bajarên wan rûxandin, şewitandin, bi sedan sivîl qetil kirin. Bi hezaran siyasetmedar avêtîn zîndanan. Qereqolê polîsan û zîndan careke din vergerandin navendên îşkenceyê. Hevşaredar û parlementer ên îradeya jiyana demokratîk a Kurda rasta heqaretê hatin û ev awêtin zîndanan. Referandûma têkildarî guherîna makezoganê wê derfeteke dîrokî bide ku Kurd li dij van kirinan helwesta xwe nîşan bide. Li Kurdistanê wê dengên na di asta herî bilind de derkevin. Desilatdariya AKP’ê di kîjan astê de zextê bike bila bike gelê Kurd wê li dij mêzîngeriya tevkujer û zilma wê helwesta xwe nîşan bide. Tu zext û gew wê nikaribin nîşandana helwesta Kurdan asteng bikin. Gelê Kurd wê dayina dengê na jî mîna şêwazekî têkoşîna çalak bibîne û wisa jî biçe ser sandoqê.
Ji bo Kurdan sandoq tiştekî zêde guherînê bi xwe re nayne; lê belê di sandoqê de dikare helwesta Kurd bi şêwazekî bihêz were nîşandan. Polîtîkayên mêtîngeriya tevkujer dikare vala werin derxistin û werin bêzar kirin. Ev yek jî wê derfetên têkoşîna Kurdan zêde bike. Derketina encama na ya di referandûmê de wê derfetên têkoşînê ji bo Kurdan zêde bike. Polîtîkayên dijminane yên desilatdariya AKP-MHP’ê yên li dij Kurdan wê werin darbe kirin. Ji bo hêzên demokrasiyê wê derfetên nû biafirin. Lawazbûna desthilatdariya AKP-MHP’ê di heman demê de lezê dide têkçûna wê jî. Ji ber ku desthilatdariyên faşîst dema ji hêzên gel darbeyê dixwin dihejin û dikevina pêvajoya têkçûnê. Derketina encama na di refandûmê de wê ji bo desilatdariya AKP-MHP’ê jî encameke bi vî rengî bi xwe re bîne.
Di vê demê de ji bo Kurdan têkbirina desilatdariya AKP-MHP’ê gelekî girîng e. Ji ber ku ev desthilatdarî dijminê Kurda ye; desthilatdariyeke ku di ser çewisandin û di tevkujiyê re derbaskirina Kurdan re, dixwaze xwe mayinde bike. Lewra ji bo xistina pêvajoya têkçûnê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê di vê referandûmê de derketina rêjeyeke bilind a dengê na gelekî girîn e. Bi taybetî li Kurdistanê di referandûmê de derketina dengên na, wê were wateya israra Kurdan a di jiyana azad û demokratîk de. Bi vî aliyê xwe wê bibe referandûma jiyana azad û demokratîk. Ji ber vê yekê jî li Kurdistanê derketina rêjeyeke bilind a dengên na wê bi xwe re encamên girîng ên siyasî jî bîne.
Ji ber vî aliyê xwe referandûm ji bo Kurdan tê wateyeke din. Li tevahiya Tirkiyeyê wê encamên cuda yên referandûmê hebin. Wê bibe biryara ku mêtîngeriya tevkujer nayê qebûl kirin, kirinên li Kurdistanê nayên qebûl kirin. Her wiha wê bibe biryara daxwaza gelê Kurdistanê ya ji bo jiyaneke azad û demokratîk a li ser bingehê xweseriya demokratîk jî. Wê were wateya îlana ku îradeya gel a di şexsê berxwedana xwerêveberiyê de hate nîşandan ji aliyê tevahiya gelê Kurd ve tê pejirandin.
Di selvagera berxwedanên xwerêveberiyê de Kurd divê vê referandûmê mîna berdewama berxwedana xwerêveberiyê bibînin, her wiha divê mîna helwesta tolhildanê ya ji mêtîngeriya tevkujer ku êrîşê berxwedanên xwerêberiyê kir bibînin.