Tevgera Azadî bi wesîleya salvegera pêvajoya 16’ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî da ku di encama wê pêvajoyê de Kerkûk û gelek bajar û bajarokên derdorê hatin dagirkirin.
Tevgera Azadî bal kişand ser referandûma beriya pêvajoya 16’ê Cotmehê û pirsî: “Encamên referandûmê destketî ne, yan windahî ne?” Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di bûyerên par de, di encama êrişên hêzên Iraqê û Heşdî Şabî de 51 ji sedî yê xaka Başûrê Kurdsitanê ji dest çûye.
Daxuyaniya Tevgera Azadî wiha bû:”Pêwîst e berpirsê bûyerên 16’ê Cotmehê bên tesbîtkirin, lêkolînkirin û ji aliyê gel ve bên cezakirin. Referandûm senaroyek bû ji bo 16’ê Cotmehê û pêwîst e her kes vê yekê baş bizane. Ji vê yekê li gorî siyaseta xwe, sûd hat girtin. Ew a ku wê demê hatî kirin, pêwîst e niha bê lêkolîn û weke sedem jî ji bûyerên 16’ê Cotmehê bên destnîşankirin. Ev yek jî gumanan zêde dike ku lihevkirinek di nava hêzan de hebe.”
SILÊMANÎ