ŞÎLAN OZHAN/MA / ÊLIH
Li Heskîfê zarokê bi navê Îsa yê 13 salî havînan rehberiyê dike û lêçûna dibistana xwe bi dest dixe. Îsa ji ber ku dewleta Tirk dixwaze avê bide ser Heskîfê, xemgîn e û difikire ku dewlet dixwaze xelkê neçar bike.
Dewleta Tirk a dagirkerê Kurdiustanê, her roj bi rant û talanê Heskîfê texrîb dike. Li Heskîfê zarok zivistanê diçin dibistanê û havînan jî ji turîstên herêmê û biyanî re rehberiyê dikin. Zarok bi vî karê xwe, fêrî zimana jî dibin.
Îsa bi bihîstina peyva ‘bendavê’ mezin bûye
Zarokê bi navê Îsa yê 13 salî li Heskîfê ji 8 saliya xwe ve rehberiyê dike. Îsa got, ji roja hatiye dinê heta niha bi bihîstina gotina ‘bendavê’ mezin bûye û wiha dewam kir: “Tê gotin ku ev 50 sal in behsa vê bendavê tê kirin. Niha jî her sal dibêjin, em ê çêkin. Lê ne diyar e wê kengî çêkin. Ez gelekî ji Heskîfê hez dikim. Ez naxwazim li wir bendavê çêkin. Ez her roj bi dehan caran dîroka Heskîfê vedibêjim. Ji ber ku dîrok di bin avê de dimîne, em xemgîn in. Ne rast e ku ava bendava Ilisu ya 50 salî bidin ser dîroka 12 hezar salî.”
‘Me zarokan jî li ber xwe da’
Îsa di dawiya gotinên xwe de got, ew dixwaze hîna bi salan li Heskîfê bijî û heger ew biçin bajarekî din jî dixwaze vegere Heskîfê û wiha pê de çû: “Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne gelek çalakî pêk hatin. Gelek kampanyayên îmzeyan hatin kirin. Hunermend hatin vir. Xelkê Heskîfê li ber xwe da. Me zarokan jî li dijî bendavê li ber xwe da.”