REWŞAN DENİZ

Dîktatorê Tirk, Erdogan ê ku wê dawiya meha Îlonê biçe Berlînê, wê bi protestoyeke mezin re rûbirû bibe. Parêzer Lucas Theune di komîteya amadekar a çalakiya “Erdogan not welcome (Erdogan ne bi xêr tê)” de ye ku wê 29´ê Îlonê li Berlînê li dar bikeve. Theune ji bo çalakiya xwe û dadgehkirina Erdogan got, “Heta ku biryara girtinê ji Laheyê bê, Erdogan wê bêyî endîşeyan û bê protesto, li ti devera dinyayê dernekeve ser dikan.

Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyip Erdogan van demên dawiyê têkiliyên xwe bi hikûmeta Merkel re baş dike û ji 2014´an ve wê cara yekem fermî biçe Berlînê. Erdogan bi heyeteke bi 80 kesî diçe Berlînê û wê 2 rojan hevdîtinan bike. Ji bilî partiyên hikûmetê CDU/CSU û SPD, hemû partiyên mixalefetê li dijî fermî û bi protokola dewletê pêşwazîkirina Erdogan in. Herçî saziyên Kurdistanî û koçberên ji Tirkiyeyê ne, tevî sendîka, komeleyên jinan xwe amade dikin Erdogan protesto bikin.

     

Xwepêşandana mezin tê amadekirin

Erdogan wê 28-29´ê Îlonê li Berlînê hevdîtinên fermî bike. Ji bo protestokirina wî jî kampanyaya “Erdogan not welcome/Erdogan tu ne bi xêr bê” hat destpêkirin. Di saeta hevdîtinên hikûmeta Elman bi Erdogan re 29´ê Îlonê jî saet 12.00’an li Meydana Alexenderplatz, li devera “Neptunbrunnen” xwepêşandaneke mezin wê dest pê bike.

Endamê Komîteya Amadekar a çalakiyê parêzer Lukas Theune li ser mijarê got, “29´î Îlonê li Berlînê bi awayekî gelekî zelal em ê nîşanî dîktatorî bikin ku ew bi xêr nehatiye.”

Li ser pirsa ka ew ê peyameke çawa bidin Erdogan Theune got, “Erdogan sala 2015´an li Kurdistanê gelek bajar û tax bi erdê re kirin yek, destûr da ku esker êriş bikin. Bêhejmar mirov ji ber wî mirin yan jî her tişta xwe ji dest da. Em qebûl nakin ku mirovekî bi vî rengî bi merasîma eskerî bê pêşwazîkirin, bi serdana dewletê bi rûmetdarkirin û dikeke siyasî jî jê re bê pêşkêşkirin.” Wî her wiha hêvî kir ku Berlînê nîşan bidin ku ew of bûna ji siyaset û helwêsta hikûmeta Elman a li gorî berjewendiyên aborî tê diyarkirin.

 

Elmanya bi zarê Erdogan dike

Dema ku bi bîra wî hat xistin ku li Berlînê di çalakiya li dijî êrişên bi ser Şengalê de mirovan slogana Erdoganê Qatil gotiye, hatine girtin jî, wî ev bersiv da: “Polîsê Berlînê ji niha ve ber bi siberojê ve îtaetê pêk tîne. Ji bo ku karibe bera sor li ber Erdogan raxe, azadiya xweîfadekirinê asteng dike, xelkê krîmînalîze dike. Heta ku em bigihîjin wê qonaxa ku dozger dozên vekirî bigire jî, wê her tişt bihurî be û qewimî be.

Her cara ku Merkel û Erdogan wê hev bibînin, karekî sîstematîk e ku li dijî Tevgera Kurd girtin, lêgerîn û aciziyên din pêk tînin. Jixwe, danûstandina di navbera polîsê Elman û Tirkiyeyê de jî bê navber hîna jî dewam dike.“

Li ser pirsa ka hêviya wan ji çalakiyê çi ye jî, parêzer Lucas Theune got, “Helbet em dixwazin ev serdana dewletê bê betalkirin. Lê ji bo vê divê zexta siyasî mezintir bibe. Lê beriya her tiştî em dixwazin piştgiriya xwe ya bi Kurdistan û Tirkiyeyê re nîşan bidin, em dixwazin bibêjin: Hûn beramberê dîktator Erdogan ne bi tenê ne. Em li cem we ne. Heta ku ji Laheyê (Den Haag) biryareke girtinê neyê, Erdogan wê bêyî endîşeyan û bê protesto, li ti devera dinyayê dernekeve ser dikan.”