Min roj bi rûkeniya şofêrê eniya qulbê Akif Kobanê yê xwedî zarok û di nava berxwedaniyê de birîndar bûye pêşwazîkir. Akif piştî ku di berxwedaniyê de ji destê xwe birîndar bû di cebhê de bê xwesteka xwe bû şofêr û ji jiyana cebhê dûrneket. Niha her ku tê xwestin, Akif bi wêrekî di bin fîşekên qenasê û hewanan de diçe çeperên herî pêş. Girêdana Akif a bi hevaltiyê re yek ji mînaka hevaltiya di navbera şervanên Yekîneya Parastina Gel (YPG) de ye.
Şervana YPJ’ê Berçem Baran a 24 salî ev meheke tevlî berxwedaniyê bûye û li eniya rojhilat fermandariya yekîneyekê dikir. Berçem li eniya rojhilat di nava berxwedaniyê de bû.   Noqteya ku ew lê mane bi rojan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ber hewan û bisfîngan hatine gule û bombebarankirin, lê belê nekarîne Berçem û koma wê ji ciyê wan derxînin.
Herî dawiyê di şeva 2’yê Mijdarê de wexta Berçem bi koma re li dijî çeteyan çalakiyekê lidar dixin. Di vê çalakiyê de Berçem giran birîndar dibe. Berçem radikin nexweşxanê, lê belê hemû dixtor ji sekna wê bandor dibin, heyanî Berçem li ser hişê xwe  ye her dibêje “min bibin gel hevalên min, ezê biçim eniya şer.” Ji ber ku ji hevalên xwe qut bûye qêrînî pê ketiye. Berçem rojekê di nexweşxanê de namîne û bêyî agahiya dixtoran berê xwe dide eniya berxwedaniyê.
Yek kêliyê dûrî hevalên xwe yên eniyê nikare bijî. Roja 3’yê mijdarê bi şev Berçem tevî birîna xwe di eniya berxwedaniyê de dikeve û ji ser hişê xwe diçe. Hevalên wê bi lez wê hildidin û vedigerînin nexweşxanê. Lê belê Berçem çawa bi ser hişê xwe ve tê mayîna wê ya nexweşxanê gelekî li zora wê diçe û birîndariya xwe napejirîne û tevî hişyariyan jî dîsa vedigere eniya şer.
Roja min ew dît hemû hevalên wê bi sekna wê bandor bibûn û kê/î ew didît digotin “hevala Berçem ji bo tu li eniyê bimînî emê bi te re bibin alîkar, lê belê birîna xwe biparêz e heyanî tu rehet bibe û vegerê eniyên pêş.” Berçem niha jî tevî wê birîndariya xwe li eniya şer e, lê belê hevalên wê destûr nadin ku biçe çeperên pêş.
 Elyas Mehemed ê 24 salî ji Kobanê ye. Ji roja yekê heyanî niha cihê xwe di nava berxwedaniyê de digire û fermandariyê dike. Carekê di nava pevçûnan de ji destê xwe birîndar dibe. Piştî ku birîna xwe derman dike, niha li eniya rojhilat û di çeperên pêşde dimîne.

Gelek şervanên YPG’ê, YPJ’ê û yên herêmî wexta di çeperên pêş de bi hevalên xwe re zor û zehmetiyan dijîn, êdî nikarin dûrî wan bijîn û her çiqasî birîndar bibin jî, bi hevalên xwe re dimînin.



NEHÎR PALE/ANHA/KOBANÊ