Roja 15’ê Tebaxê, hêzên rejîma Sûriyê û alîgirên wê ên Bergiriya Niştimanî, Hizbulah û dewleta Îranê dest bi êrişan kir li Hesekê, û ev 7 roj in ev êriş bênavber didomin. Di şerê li taxên Hesekê de şervanên YPG/Asayîşê bi pêş ve diçin. Di şer de pêr û doh 30 leşkerên rêjmê û pêxwasên wê hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê, di şerê pêr bi şev û doh danê sibê de hêzên YPG’ê Çerxeriya Panorama bi dest xistin. Li vê herêmê 2 aliyên başûrê Stkopê (navenda Sotemeniyê) ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin. Li vir taxeke biçûk heye û ev tax jî ji aliyê şervanan ve hat rizgarkirin. Li aliyê Pirê ve şer dijwarbû û li van herêman 9 leşkerên rêjîmê hatin kuştin. Li aliyê din jî li van deveran şervanên YPG’ê bi sîlehên sîûkastê 12 leşkerên rêjîmê kuştin.
Heman çavkaniyan da zanîn ku li aliyê din jî şevanên YPG’ê li milê goristana Taxa Xiwêran 500 metroyî bi pêş ve çûne û li vir jî 3 leşkerên rêjîmê hatine kuştin, cenazeyên 2´yan ji wan ketine destê YPG’ê.
Eskerên rejîmê direvin
Li aliyê din leşkerên rêjîmê ji meydanên şer direvin. Di şer de 6 şervanên YPG’ê sivik birîndar bûn.
Di şer de wekî din endamên Asayîşê avahiyeke rêjîmê şewitandin. Di vê avahiyê de di şer de 6 leşker û pêxwasên rêjmê hatin kuştin. Li heman deverê endamên Asayîşê avahiyek jî ji destê rêjîmê rizgar kir. Li vir, di şer de endamekî asayîşê bi sivikî birîndar bû.
Li mile depoyên genim ên rojhilat (Sewami) Şervanan avahiyek ji destê rêjîmê derxist. Li taxa Neşwa Rojhilat jî şervanên YPG û endamên asayîşê 9 avahiyên bilind ji rêjîmê paqij kirin. Di şerê li vir de hejmara kuştî û birîndarên rêjîmê nehatiye zelalkirin.
Li Xiwêran korîdoreke ewlehiyê ji bo sivîlan
Hêzên Rojava ji bo rizgarkirina şêniyên taxa Xiwêran korîdoreke ewlehiyê vekirin û bi hezaran sivîl di wir re rizgar kirin.
Şervanan doh ji bo rizgarkirina şêniyên taxa Xiwêran ku piraniya wan Ereb in, korîdorek ewlehiyê vekir. Ji dema vekirina korîdorê û heta amadekirina nûçeyê bi hezaran şêniyên taxê ji bo taxên di bin kontrola hêzên Rojava de hatin veguhestin da ku ji vir jî berê xwe bidin bajarên din yên ewle yên Kantona Cizîrê.
Rêjîm taxên sivîlan topbaran dike
Hêzên rêjîma Sûriyeyê doh careke din taxên sivîlan ên Hesekê topbaran kirin. Ji ber topbaranê ziyana madî li mal û milkên welatiyan bû.
Hêzên rêjîma Sûriyeyê pêr bi şev û doh careke din taxên sivîlan ên Hesekê topbaran kirin. Gelek topên rêjîmê li taxên Miftî, Ezîziyê, Salihiyê û Mesakin ketin. Ji ber topbaranê pêr jinek birîndar bû. Doh jî 4 welatiyan jiyan xwe ji dest da û 34 sivîl jî birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneya Wetenî ya Hesekê hatin veguhezandin. Ji ber topbaranê gelek ziyana madî li mal û milkên welatiyan jî bû.
Encamêm komkujiya rejîmê li Hesekê
Di êrîşên çete û hêzên rejîmê yên li Hesekê de doh 4 sivîlên din jî jiyana xwe ji dest da, û 2 ji wan zarok in. 34 sivîl jî di êrişan de birîndar bûn ku ji wan jî 14 zarok in.
Li Hesekê, ji ber êrîşên çete û leşkerên rejîmê yên li taxên Ezîziye, Mesakin, Miftî, Neşwa Rojhilat û Til Hecerê, bi giştî 18 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Hejmara birîndar a giştî jî 70 ye. Navên sivîlên di êrîşên doh de jiyana xwe ji dest dayî diyar bû; li gorî vê Faris Hemîd Reca yê zarok, Sifyan Hemîd Reca yê zarok, Şemis Mihemed Şerîf Ehmed û Ebas Beşar Sitêf doh bûn qurbanên hovîtiya rejîma Baesê li Hesekê.

HESEK