Navenda Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku komek ji kasibkarên gundê Derenaxî yê nêzî bajarokê Merîwanê dema ku bi maşînê ber bi sînor ve diçûn, qedera seat 21:00’an li nêzî gundê Dizlî hêzên ewlekariyê beyî ku hişyar bikirin, gule li wan reşandin. Kasibkaran xwest ji ber guleyên hêzên rejîmê birevin lê belê maşîna wan qeza kir.
4 kasibkar jiyana xwe ji dest dan
Li gorî Navendê 12 kasibkarên Kurd ji bo debara xwe bikin, bi xwe re bar dibirin aliyê din ê sînor. Ji van 12 kasibkaran 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne; Hacî Seyîd Ebest, Esed Kerîmî, Mihemed Baxe û Ednan Kerîmî. Ji bilî wan 8 kasibkarên din jî birîndar bûn û ew veguhestin nexweşxaneya bajarê Sine.
MERÎWAN