
Axaftina li ser dîrok û girîngiya xwe dikare mijarêke sereke ya lêkolînê be. Dîrok, rabirdû û şêwazên jiyana kewnewarî nîşan dide ku li serdem û çaxên taybet çawa jiyane û çawa fikirîne. Bêguman dîroka her gelekî, nasname û hebûna wî gelî ye. Li ser wî esasî dikarin bibêjin ka çawa masî bê av nikarê bijî, komelgeh û civak jî nikarin bêdîrok bijî. Gelekî ku dîroka xwe parastiye li hemberî asîmilasyona çandî û qirkirina fizîkî baş li ber xwe dide, berovajiya wê jî civakeke ku mêjû û dîroka xwe ji dest dabe, tinekirina wê dê hêsan bibe.
Di serdem û çaxên cihê de jî hêzeke ku xwastibe li ser gelekî desthilatdariya xwe bimeşîne êrîşî dîroka wî kiriye. Ev bi serpêhatiya mîtolojîk a Gilgamêş re dest pê dike û niha jî bi rêyên miliyetperweriyên qelp û saxte, û neteweperestiyên hîleker didome. Neyar, berheleskar û dijmenê azadiya gelan ger bixwazin civakê bindest û kole bikin, bi rêyên ferheng vê dikin û heger karibe diroka wî gelî ji holê radike yan jî rêya rastiya wê diguherîne.
Heger em li cihanê mîna gilowerekê bihizirin, Rojhilata Navîn tam di nîvê wê de ye, û li navenda wê jî Çiyayên Zagrosê cihên herî hesas in, bi bandor û stratijîk in, hem di warê civakê û komelnasî de hem jî li gorî aborî û jeopolîtîkê ev wisa ye.
Welat û serzemîna Îranê yek li cihên kevnewar û dîrokî ye ku berdewam tijî bûye bi ziman, çand û baweriyên cuda. Ew kiyanên di warê cografî de û bi hebûna av, çiya, deşt, daristan, gaz û petrolê welatekî dewlemend dihesibe, ji ber wê jî dijminan hertim çavên xwe li wan negirtine.
Di nava Îranê de ji gelênê Zagros bi sedema mêjûya xwe û pêkhateyên êtnîkî-bawerî pirrwate ye. Wan gelan ti carî serê xwe li hemberî zilm û desthilatdariyê netewandiye, belge û delîl ji serhildanên Kurdan û gelek şoreşên komelayetî-siyasî ji bo bidestanîna mafên xwe yên xwezayî bûye.
Piştî wê ku şoreşên gelan ên sala 1979´an li dijî siltaneta şahtiya Pehlewî bi ser ket, gelan dexwest bi azadî û wekhevî bijîn, lê mixabin rejîma totalîter û serkutker hemû desketiyên gel ji bo xwe dizîn û navê wê şoreşê jiî weke ‘Şoreşa Îslamî” guherand, tevî ku hemû çîn û sinifên civakî û komên çepgir û sosyalîst ew şoreş pêk anî. Dirûşma wê jî demokrasî û edaleta civakî bû, lê piştî şoreşê, hemû kesên ku alayên azadî û wekheviyê hildabûn yan hatin tesfiyekirin yan jî hatin binaçvakirin, hin kes jî koçber bûn û reviyan derveyî welêt.
Komara Îslamî ji despêka xwe ve bi qetlîam, êşkence, tirsandin û xofê dengê azadîxwaziya gel birrî û hemû dijber û berhelistên xwe ji holê rakirin. Li hemberî vê hovîtiya nîzamê, gel jî li ber xwe da û qehremantiyeke mezin xuliqand, lê pêşengên şoreşê xistin bin çawan û îdam kirin yan jî teslîm girtin û ew bê îrade kirin.
Di nav wan şert û mercan de, ciwanên şoreşger û agîdên Kurdan rabûna ser piyan û li hemberî vê zilmê û xiyanetê, serhildan xurt kirin. Armanca wan vegerandina rûmet û serbilindiya wî gelî ji ber wê bû ku amade bûn her zextê û nerehetiyê qebûl bikin û slogana “Berxwedan Jiyan e, Teslîmbûn mirin e” bibêjin.
Rejîma Îranê wê berxwedanê ji bo xwe pirr giran dibîne û dixwaze ji despêkê ve bixeniqîne, lê ti caran bîr û felsefeya azadî û legerîna heqîqeta jiyana azad nayê astengkirin û naçe nav heps û zindanan. Rejîm li aliyekî bi bipêşxistina bekarî, madeyên hişber û îtiyadê, bi fihûşê dixwaze jinan û ciwanan biperçiqîne û tine bike û li aliyê din jî bi pere û wadan tevgera Besîc û caştiyê bi pêş bixe, pê re civakê bê îrade bike.
Ji ber ku bikare jiyana xwe ya siyasî bidomîne pêdiwiya wê bi rewabûna gel heye, desthilatdarî amûran bi kar tîne. Yek ji wan amûran jî bi rê ve birina hilbijartinan e. Çiqasî gel beşdarî hilbijartinan bibe, ew wek serketineke mezin ji xwe re dibîne; ewên ku dixwazin bi rêya hilbijartinan dengê nerazîbûna xwe bînin ser zar, deng û îradeya xwe didin dizîn. Mînaka hilbijartina sala 2009´an vê rastiyê ifade dikin. Gel ti carî naxwazin bi wê rewşê bijîn, daxwaza wan e ku şêwazên jiyana xwe biguherînin, lê desthilatdarî bi çavên ewlekarî û eskerî lê dinihêre.
Dewleta Îranê baş dizane ku heger guhertina bingehî di nava sîstema xwe ya despotîk û desthilata xwe de pek neyîne, hem di warê derve de metirsiya qeyran û krîza “Ekopolîtîk” beroka wî bigre hem jî ji wê girîngtir di warê navxweyî de gelek dengên nerazî hene ku dexwazin maf û azadiyên wan bên parastin; ew jî dê serî hildin. Dikarin bibêjin, parçebûna nîzamê li ser navê Osûlgeran (Muhafizekar) û Îslahteleban (Reformxwaz) de yek ji wan tirsan e ku her yek ji wan bi taktîkên xwe hewla parastina Nîzama Wilayeta Feqîh didin.
Lê belê, gelên Îranê jî dixwazin ku bi rêyên aşîixwaz li ser şopa hilbijartinê, azadiyên xwe yên xwezayî bi dest bixin. Mixabin, di nava Komara Îranê de gelêk sazî hene ku vê têgihiştina gel asteng dikin. Yek ji wan saziyan ku bi rola parzûna Nîzamê radibe, “Şuraya Nigehban” yan jî Encumena Çavdêriyan e ku erka wê tesfiyekirina wan kesan e ku bi gotina wan neyar in û li dijî pirensîpa Welî Feqîh in. Şuray Nigehban her namzetê ku li gorî rejîmê gavê naavêje, asteng dike û nahêle beşdarî hilbijartinan bibe. Ji ber wê ye ku gelekî zehmet e mirov behsa hilbijartina azad li Îranê bike.
Gelên Îranê ti carî naxwazin wîlayetên wan bi destê dagirkeran bêtin parçekirin û dixwazîn bi aştî û wekheviyê bi hev re bijîn; ji ber wê jî heger ku Îran naxwaze çarenûsa wê bibe mîna dewletên Tûnis, Misr, Lîbya, Iraq, Efxanistan, Tirkiye û Sûriye, divê guh bide dengên gelên xwe. Tenê ew rêgeh heye. Heta niha şert û mercên nav sîstema girtî ya Îranê ew hêvî ji bo gel nexuliqandiye ku heger na, miletên Rojhilata Kurdistanê jî dixwazin weke Bakûr, parlementer û nûnerên xwe yên rasteqînji bo Meclîsê amade bike, da ku maf û azadiyên xwe bi dest bixe.