Hêzên rejîma Sûriyê li rojavayê bakurê welêt li Idlibê bi rêya hewayî belavok belav kirin û bang li şêniyên wir da ku teslîm bibin. Di belavokan de hate gotin: “Şer bi dawî dibe. Em bang li we dikin ku bi rengê Sûriyeyiyan tevlî nav peyman lihevkirinê bibin. Hevkariya we ya bi artêşa Sûriyê re wê we ji rêveberiya militan û terorîstan rizgar bike, wê jiyana we û malbata we biparêze.”

Hikumeta Sûriyê çendek berê gotibû komên çekdar ku hurmetê ji dewleta hiqûqê re bigirin wê peymanên li hevkirinê efûyê ji bo wan bîne. Komên li gor vê divê çekên xwe radest bikin.

Dor a Idlibê ye

Idlib yek ji wan herêmên mezine ku komên çekdar lê ne. Çete rasterast bi rejîma Enqerê re têkildar in. Hedefa operasyona rejîmê ya piştî niha Idlib e.

Rejîma Sûriyê ya bi desteka Rûsya û Îranê herêmên dî kontrol kir. Komên çekdar ên ji van herêman reviyan an jî hatin tehliyekirin xwe li Idlibê girtin.

2,5 milyon mirov hene

Li gorî Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê rejîmê ji bo operasyoneke pêkan a li ser Idlibê hêzên teqwiye şandin. Neteweyên Yekbûyî jî bal kişande ser encamên însanî yên operasyoneke pêkan. Tê gotin li Idlibê 2,5 milyon mirov hene. Tirkiye ya ku çeteyan diparêze, di ser Rûsayê re dixwaze operasyonê asteng bike. n ŞAM