Balafirên Rejîma Baasê pêr taxa Şêxemesûd a bajarê Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, bi 4 bermîlên teqemeniyê bombebaran kir. Di encamê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û di nav de 3 jê zarok bi giştî 10 kes birîndar bûn. Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel dohsaet di 08.00’an de wesayiteke bombebarkirî ku çeteyan nêzî Benzînxaneya Hemadî bicih kiribûn, bê bandor kir. Wesaîta bombebarkirî bêyî ku ziyan bigihêje kesî, hat vekirin.

Nûçegihanên ANHA’yê li Kobanê ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê dibistanên gundên Milêha û Bocax ên başûrê Kobanê ku şêniyên wan Ereb in, teqandin. Çeteyan destpêkê dibistan mayîn kirin û piştre jî teqandin. 


EFRÎN/KOBANÊ