Li bajarê Idlib û derdora wê di navbera hêzên Rejîmê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk de şer dewam dike. Hêzên rejîma Sûrî pêr êvarê ketin nava Xan Şêxûnê û navçe piştî şerekî dijwar ê di nava kolanan de  kontrol kirin; pê re jî wan dor li Benda Çavdêriyê ya Tirk a li Morekê girt. Bajarokê Xan Şêxûn dikeve başûrê bajarê Idlibê û ji bo dorpêça bajêr jî cihekî girîng e. Xan Şêxûn di heman demê de bajarên Şam û Helebê jî bi hev ve girê dide. Hêzên rejîmê êrişî hêzên  artêşa Tirk yên ku ji bo çeteyan alîkariya leşkerî dibir kirin di êrişê de serçeyetek hat kuştin.

Şerekî giran heye

Çavderîya Mafê Mirovan a Sûrî (SOHR) ragihand ku çete ji Xan Şêxûnê, bejahiya başûrê Idlibê û gund û bajarokên bejahiya bakurê Hemayê vekişiyane. Ha bi vê vekişanê, dor jî li Benda Çavdêriya ya Tirkiyeyê ya li Morekê bi temamî hatiye girtin. Tirkiyeyê doh beriya ketina navçeyê hewl dabû bi karwanekî eskerî destekê bi de El-Qaîdeya Xan Şêxûn kontrol dikir. Li ser bombekirina karwên, ev karwan negihişt cihê xwe. Li herêmê şerekî giran hîna jî heye, lê daxuyaniya wezîrê karê derve ya Tirk îşaret bi wê yekê dike ku rewşa aloz nexasim jî Tirkiyeyê diêşîne û şikestina El-Qaîde derb li Tirkiyeyê xistiye. Mevlut Çavuşoglu li ser rewşê û eskerên li Benda Çavdêriyê ya Morekê doh got, “Divê rejîm bi êgir nelîze. Ji bo ewlehiya eskerên me çi lazim be, em ê bikin.” 

 

 IDLIB