Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora binpêkirina mafan a 9 mehên dawî ya sala 2012'an a herêmê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re aşkere kir. Di civînê de Nûnerê Meclîsa ÎHD'ê yê Herêmê Şevket Akdemîr, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî û rêveberên ÎHD'ê amede bûn.
Beriya rapor bê xwendin Serokê Şaxa ÎHD'ê Racî Bîlîcî daxuyanî da û wiha got: "Em di nava rewşek xerab de vê raporê aşkere dikin. Li tevahiya Tirkiyeyê girtî ji bo mafê xwe ketine greva birçîbûnê. Di 9 mehên dawî de di gelek qadan de binpêkirina mafan zêde bû. Li aliyekî îşkence û neheqî zêde dibe, li a aliyê din hêj qedexeya li ser azadiya ramanê ranebûye. Kuştina jinê û tundiya li ser jinan didome. Gelek beşên civakê rastî binpêkirina mafan tê."
Bîlîcî, da zanîn ku hiştî hilbijartina giştî ya 2011'an j ber polîtîkaşên ewlehî û tundiyê şer zêde bûye û di şer de kuştinên biçekan zêdetir bûne. Ji ber şerê heyî agir ket mala sedan welatî û wiha got: "Hikûmet li şûna ku pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser bike, di polîtikayên xetimaninê de israr kir. Ji serê zivistanê de dest bi operasyonan kir. Hemû çiyayên herêmê kir gola xwînê. Bi hatina bihar û havînê re şer zêde bû. Kuştin zêde bû. Ji ber şerê herêmê aboriya Tirkiyeyê ket bin bandorek mezin."
Bîlîcî, dazanîn ku hikûmetê ji bo xwînê rawestîne tu av neavêtin û wiha got: "Divê hikûme berî her tiştî dest bi muzakere û diyalogan bikin. Divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê bi dawî bikin. Divê daxwazên girtiyan li ber çavan bigire.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 56'an de berdewam dike. Îro li hemû girtîgehan hemû girtian bedena xwe dayeber mirinê. Lê li aliyê din sersarîe u bêdengiya hikûmetê berdewam dike. Bi vê bêdengiyê pirsgirêk çareser nabe. Em dibêjin çi dibe bila bibe daxazên girtiyan daxawzên mirovane ne.

'Xwe nexin rewşa şermê’

Bîlîcî, da zanîn ku hevdîtin û dawîlêhatina tecrîda li ser Ocalan de rê li pêş aştiyê veke û xwest bi lezgîn daxwazên girtiyan ên azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwazên mafên zimanê zikmakî pêk bên. Bîlîcî, da zanîn ku ger daxwazên girtiyan liber çavan nayê girtin dê rewşa Tirkiyeyê xerabtir bibe. 

DÎHA/AMED