Li çiyayên Balekatiyê dema vebûna şilêran ango guldexwînan e. Bi vebûna guldexwînan re xwezaya wê sor bû û dîmenekî xweşik çêdibe.
Guldexwîn li çiya ango cihên bilind ên Kurdistanê şîn dibin. Di nava gel de gelek navên cuda yên guldexwînê hene. Her sibehê mîna rondikê çavan dilopên avê jê tên xwarê, lewma jê re ‘Gula digirî’ jî tê gotin. Kurd wê dişibînin xwe. Her guleke wê dişibînin beşekî Kurdistanê û dibêjin her parçe birîndar e, û digirî.
ROJNEWS/BALEKAYETÎ