Bingehê Newrozê hetanî kîjan mêjû û qurnên dîrokê yên berê zayînê diçe, tenê mijareyeke hêjmar, nimandin û kronolojiya dirokê ye. Dibe têkiliya xwe bi demezrandina Medan, Kasîtan, yan jî hê ber bi dîrokeke kûrtir ve jî biçe. Bêguman wê ev her dem bala dîrokzan û lêkolîneran bikişîne. Wê tim wek mijareya gengeşiyeke bi rik bimîne. Em vê ji demê re bihêlin.

Bi raya min di newrozê de tiştên herî giring sembol, remz û peyamên naveroka Newrozê ne. Divê em li ser vê aliyê Newrozê bi kûrahî rawestin, vê aliyê Newrozê di hişmendî û bîra netewî de bidin rûniştin. Lew re di her demên dîrokê de form û teyisandinên van sembol û remzan hene. Hetanî gel bi sernekeve jî wê her hebe.

Sembola yekem sembola cinawirî, wehşet, zulm û xwînxwariyê ye. Di çîroka Newrozê de qral Dehaq vî aliyê çîrokê radigîhîne. Ev tîranê bê mînak bi wehşeta xwe ya ji mêjiyan der gel tîne ber şêmûga teqandinê. Di encamê de bi berxwedana gel têkdiçe. Ev di vê sedsala dawiyê de li Rojhilat; şah, Xomeynî û pergala wan ya xwinxwar e. Li Başûr Saddam û şûrakaya wî pergala Baas, li Rojava jî Esad û duvikên Baasa Surî bû. Li Bakur di sedsala bîstan de Ataturk, Celal, Gursel, Evren, Demîrel û Îro jî Dehaqê herî pîskopat, Dehaqê wehşeta çolistana Ereban û cinawiriya Navenda Asyayê gihandî hev, li Iraq û Sûrî giyana Daîşê, li Bakur sergerdê AKP û hemû xwînxwariya sentêza tirk -îslam R. T. Erdoganê şîzofiren e.

Sembola duyem Kawayê hesinkar e. Ew jî sembola qehremanî, bêtirsî û hêrsa gel e. Fermandarê serhildana gel e. Li hembera hemû dijwariyan jî bi gel re bi ser dikeve. Di her demê dîroka me de ev rêber û sembol hebûn. Hima ji dîroka nêz; Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Arîn Mîrkan, Mehmet Tunc, Sêvê, Fatma, Pakîze û hemû fermandarên li ezmanê Kurdistanê Kawayê Hesinkar in.

Semboleke wê jî rêveberî ye. Rêveberî wek giyan û pîroziyekê li pişt çîrokê dimîne, bi serkeftinê re tê, dada netewî datîne û nûneriya tevahiya gel dike. Ev demên berê li Bakur; li Koçgîrî Alîşêr,  di 1925 an de Şêyx Seid, li Agirî Îhsan Nûrî Paşa, li Dêrsim Seyîd Riza bûn.  Li Rojhilat, Pêşawa Qazî Muhamed, li Başûr M. Mustefa Barzanî bû. Di vê dema me de jî rêber Abdullah Ocalan e.

Sembola herî girîng jî agir e. Agir di baweriya gelê me de ji çar elementên herî pîroz yek e. Ji dema baweriya Mîthra ve sembola roj û xweda, sembola ronahî, sembola zanyarî, sembola hestên azadiyê û sembola serkeftinê ye. Di baweriya me de mirov dikane tenê bi riya ronahiyê bigihîje rastiyê û rehma xweda. Sonda gel jî bi wê ye. Mînak: „Bi wê nûra xwedê! Bi wê gurya agir! Jixwe destên min li ber rojê vekirîbû, ûhwd.“

Sembolek jî govenda bi cil û bergên netewî ya li dor agir tê gerandin e. Ev reng û giyana netewî ye. Vê bi hezaran salan giyana netewî zindî girtiye, nehiştiye ku gelê kurd di nava gelên din de bihele û di nava bêrengiyê de têkbiçe.

Sembolek jî nûvejîna hebûnê, destpêka biharê, çirûskên nûveyên serkeftineke nû ya jiyanê ye. Di tevahiya xwezayê de nûbûn û jîndehiyeke ciwan serdest dibe. Nîvkada me hineke din xwe nêzê rojê dike. Ev jî coşa hebûnê ye.

Sembolekê jî mar in. Mar her çendî di hin çandan de xwedanê aliyê erênî jî be, li ba me bi giranî di rengê xirabî û têkçûnê de ye. Ew li gel nûneriya xirabiyê îxanetê jî sembolîze dike. Di nava gel de biwêjên „marê reş, marê wî hat min, tîremar û hwd.“ vê aliyê mar raberî me dide.

Mirov dikane pîşeya hesinkariyê jî wek sembola pêşketin û siberoja civakê, wek heredariyeke herî girîng, ji bo mirovahiye wek divêtiyeke pîşe û hilberînê têbigihîje. Ev sembol dixwaze ragîhîne, bê peşketineke hunera hilberîne jiyan dikeve metirsiyê. Eger gelê me ev peyama Newrozê baş têgîhîştiba, niha rewşa me jî cûda dibû.

Bêguman mirov dikane van sembolan bi mînakên mîtolojiyên cihanê dewlemend bike, her mijarî bi aliyên felsefîk, psikolojîk, wêjeyî, alegorîk vejene û baş derxe hişmendiye. Hemû pêşketinên di warê elektronîk û motorîzeyan de wek encama van remzan bibîne. Di niviseke wisa kurt de min çend gotinên wek kilît çêtir dîtin.

Ez Newroza tevahiya gelê me bi dil û giyan pîroz dikim.