Qedrî Can di helbesta kurmancî de bi helbesta xwe ya “Rêya Teze” re rêyeke teze” vekiriye. Qedrî Can du qatî kurteçîrokên xwe –ku kurteçîrokên wî 13 heb in- helbest nivîsîne ku hejmara van helbestan dike 26 heb. Ji van 26 helbestan 10 helbest nûjen in, ên mayî jî klasîk in.
Di helbesta Qedrî Can de du serdem hene; serdema klasîk û serdema nûjen. Serdema klasîk di 1932’yan û serdema nûjen 1942’yan de dest pê dike. Qedrî Can heta serdema xwe ya nûjen 10 helbestan çêdike û wan di “Hawar”ê de diweşîne. Ji bilî “Hawar”ê, di kovarên wek “Ronahî”, “Roja Nû”, “Hîwa” û “Gelawêj”ê de jî nivîsên wî weşiyane. Piştî ku derbasî “rista serbest” dibe, carcaran wek hewcedariyekê, wek nostaljiyekê dîsa li “rista klasîk” vedigere û bi giştî di serdema xwe ya nûjen de bi qasî 6-7 helbestên din ên klasîk dinivîse.
Di helbesta wî ya klasîk de bandora Cegerxwîn û di helbesta wî ya nûjen de bandora Mîr Celadet Alî Bedirxan, Baudelaire û Nazim Hikmet xuya dibe. Cegerxwîn di temayên îdeolojîk, sosyalîst û neteweperwer de, Celadet di forma helbesta nûjen de, Nazim Hikmet û heta cihekî Cegerxwîn di enternasyonaliyê de û Baudelaire di sembolîzm û temayên reşbîn û derûnî de bandorê li ser helbesta wî dikin.
Wek babet “takekesî”ya ku bi giranî di kurteçîrokên wî de tê dibînin em di helbestên wî de nabînin. Helbestên wî pirranî “civakî” ne. Helbestên wî yên ku takekes mane ne li ser wî lê li ser takekesên “civakî” hatine nivîsîn, li ser şêwaza “şîngerî” (mersiye) û “pesnname” (methiye) hatine avakirin û li gorî rêjeya helbestên ku wî nivîsîne pirr in. Ên ku şîngerî nivîsiye ev in: “Berdêlk” li ser Bedirxan, “Tabûta bi Xwîn” li ser Şêx Ebdirehmanê Garisî, “Şîn” li ser Mehemedê Seyda û “Şîna Pêşiwa Qazî Mihemed” li ser Qazî Mihemed. Ên ku wek pesnnameyê hatine çêkirin jî ev in: “Cegerxwîn” li ser Cegerxwîn, “Şêr Hat Welat” li ser Mela Mistefa Barzanî, “Serdarê Kurdan Berzanî” dîsa li ser Mele Mistefa Berzanî.
Qedrî Can jî hunera helbestê wek çekeke polîtîk bikar aniye, bê ku haya wî ji poetîkayê tunebe tevgeriyaye. Heger wek helbestkarên din ên kurd haya wî zêde ji hunera helbestê tunebûya, wî serkêşiya “helbesta serbest” nedikir. Ew neteweperwerek bû û wî helbest û hêza helbestê baş dinasî û zanîbû ku heger mirov helbestê baş bikar bîne, dikare xwe û welatê xwe serbest bike. Jixwe ji ber baweriya wî ya serbestiyê ye ku arasteyî helbesta serbest bûye.
Lê ew ê ji ber polîtîkbûna wî be, temaya “evîn”ê (evîna takekesî) qet di helbestên wî de derbas nabe. Evînek heye û ev evîn xurt e jî, lê ev evîn evîna welêt e; herçend wî xwestibe bi evîna gelî evîna şexsî telafî bike jî ji ber ku evîna neteweyî neşiyaye şûna evîna şexsî dagire, helbestên wî hinekî hişk mane. Lê herçend wek neteweperwer û welatparêzekî wî fedî kiribe û cih nedabe evîna xwe ya şexsî jî, Qedrî Can “evîndarekî” mezin e. Ji ber ku encax mirovekî wek wî evîndar dikare bibe neteweperwer, enternasyonal û helbestkar. Roj hatiye feqîr maye, roj hatiye tenê maye, roj hatiye birçî maye, roj hatiye li Sûriyê êşkenceya giran dîtiye, lê ew tu carî di azadiya xwe û welatê xwe de nebihuriye û pêve bernedaye.
Jiber kurdbûn û sosyalîstbûna wî be, rengê ku wî herî pirr jê hez kiriye “sor” e. Du helbestên ku di sernavên wan de rengê “sor” dibihure nivîsîne: “Heyva Sor” û “Gula Sor”. Helbesta “Heyva Sor” helbesteke enternasyonalî û helbesta “Gula Sor” jî helbesteke welatparêzî ye. “Heyva Sor” bi giranî tematîk e û di hinek cihan de dengê xwe ji helbesta “Gula Sor” deyn kiriye. Helbesta “Gula Sor” bi awayekî sembolîk di vegotina guleke sor de pesnê welatekî dide ku ev helbest ji alî ahengê ve helbesta herî xurt a Qedrî Can e. Heta mirov dikare bêje ku ev helbest, di nav hemû helbestkariya kurdî de di warê rîtm û ahengê de yek ji helbestên herî serkeftî ye.
Qedrî Can, bi kurteçîrokên xwe bêtir rewşa xwe ya şexsî û bi helbestên xwe jî bêtir rewşa neteweya xwe derbiriye. Ji ber wê, ew hem nivîskarekî takekesî hem jî nivîskarekî civakî ye. Di Qedrî Can de ne takekesî ne jî civakî hatiye îhmalkirin.
Sedema ku wî di kurteçîrokên xwe de qala xwe û di helbestên xwe de qala mijarên civakî kiriye ev e; ji ber ku di serdema wî de kurteçîrok lewnekî nû û zeîf, û helbest lewnekî qedîm û xurt e. Ji ber ku di vê serdemê de helbest ji kurteçîrokê girîngtir û maqûltir tê hesibandin, wî babet û kesayetên ku guh daye wan bêtir hêjayî helbestê û yên li ser şexsê xwe jî bêtir layiqî cureyê kurteçîrokê dîtiye; bi vî awayî wî “nefsbiçûktî”yek kiriye û ji helbestên xwe bêtir wî di kurteçîrokên xwe de qala xwe kiriye.
Di helbesta Qedrî Can de wek dem referans “sibe” ye û di kurteçîrokên wî de tam dijberî vê yekê referans “duh” e. Wî di helbestên xwe de “pêşeroj û di kurteçîrokên xwe de bi şêwazeke Proust’kî li pey dema winda bi “bîranîn”an “paşeroj” vegotiye. Paşeroj, pêşeroj, duh û sibe hemû dem Qedrî Can e.