Di roja 24´an a êrîşên qirkirinê yên li Cizîr û Silopioya de tankên dewleta Tirk ên li navenda Cizîrê bi cih bûyî, topan diavêjin nava taxan. Hewldanên hêzên dewletê yên dagirkirina taxan, bi berxwedana YPS û gel hatin şikandin.
Li navçeya Şirnexê Cizîrê, êrîşên hêzên dewletê di roja 23´an de bênavber dewam dikin. Tankên li kolanên navenda bajêr hatine bicihkirin, topan diavêjin nava taxan. Tankên ku ji aliyê maşînên zirîhpoş yên li kolanên Yafes, Arîn Mîrxan û Botaşê hatine bicihkirin ve tên parastin, bi dehan top avêtin taxa Nûrê.
Ji ber topbaranê li dehan malan xisar bû. Li gelek malan şewat derket û hêzên dewletê destûrê nadin ku welatî şewatê vemirînin.
Li aliyê din welatiyê bi navê Alî Tetîk (34) ê ku 27'ê Kanûnê li Cizîrê di êrîşa polîsan de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Tetîk zewicandî û bavê 5 zarokan bû. Tevî Tetîk, li Cizîrê di nava 24 rojan de 31 kes ji aliyê çekdarên dewletê ve hatin qetilkirin.
Çekdarên Tirk li Cizîrê şikestin
Tankên li navçeyê her wiha topan diavêjin taxên Cûdî, Sûr û Yafesê jî.
Hêzên dewletê yên ji Girê Cafer Sadik hewl dan xwe berdin nava taxa Cûdî, rastî bersiva tund a YPS û gel hatin. Di encama şerekî dijwar de hêzên dewletê neçar man vekişin.
4 kes li Silopiyayê hatin qetilkirin
Li Silopiyayê jî doh danê sibê 4 cenaze birin Nexweşxaneya Dewletê. Hate zanîn ku cenaze yên wan welatiyan in ku pêr li taxa Karşiyakayê hatin gulebarankirin. Parlamenterên HDP'ê yên ji bo agahiyan bigirin çûn nexweşxaneyê jî hatin astengkirin.
Parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez û Ferhat Encu, Hevseroka HDP'ê ya Silopiyayê Aycan Azma yên ku xwestin ji taxa Ofîsê biçin nexweşxaneyê jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin.
Li 3 taxan berxwedan
Li hemberî 3 taxên Silopiyayê doh danê sibê êrîşên hêzên dewletê careke din dest pê kir û pêkanînên tehcîrê di meriyetê de ne. Li hemberî êrîşan berxwedana gel û hêzên YPS'ê jî didome.
Taxên Barbaros, Şehît Harûn û Yenîşehîrê pêşî hatin topbarankirin û pişt re wesayîtên zirîhpoş tax gulebaran kirin.
Hêzên dewletê yên li Taxa Şehît Harûn ketin hin malan, bi dehan welatî bi zorê ji malan derxistin û birin Salona Sporê ya Yenîşehîrê ku wekî qampê tê bikaranîn.
Li hemberî êrîşên giran berxwedana gel jî didome. Li taxan, gel û hêzên YPS'ê destûrê nadin ku hêzên dewletê bikeve taxan.
ŞIRNEX