Li bajarê Swîsreyê Baselê Hefteya Çanda Kurd a ji rêûresmê ji bo cara 8´an hat lidarxistin. Xelkê bajêr jî çalakiyên cihê yên vê hefteyê ecibandin.
Çalakiyan 4´ê Nîsanê dest pê kir. Îna bihurî jî lîstika şanoyê ya yek kesî ya Hayko Bagdat a bi navê “Salyangoz (Qepûşk)”, li hola Union hat nîşandan. Beriya lîstika şanoyê, hunermendên Med Kulturê, muzîkjen Eser Gul, Mazlum Gul û Mehmet Taş derketin ser dikê .
Roja şemiyê jî hunermend Eleonore Fourniau, Mîkaîl Aslan û Xecê li Kirchegemeindehausê konserek da qederê 500 kesî. Hunermenda bi eslê xwe ji Oksîtanê (li başûrê Fransayê) Eleonore Fourniau piştî ku repertuwara xwe ya bi Kurdî got, îşaret bi girîngiya zimanê Kurdî kir û got, “Li sirgûnê yekane hewara hûn xwe pê bigirin heye, ew jî fikirin û peyivîna bi Kurdî ye.”
Doh jî li hola sînemayê Kult Kinoyê belgefilma metraj dirêj a bi navê “Çîroka bajarên wêrankirî” ya ku behsa bajarên wêrankirî yên li Rojava dike hat nîşandan. Ev filma hanê ji aliyê Komuna Sînemayê ya Rojava ve hatiye çêkirin.
Hefteya Çanda Kurdî li hola Union a li navnîşana Klybeckstr. 95’ê, bi dîwana dengbêjan a bi beşdariya Cewad Merwanî, Zîne Botanî, Memê Botanî, Yilmaz Beyazgul, Gernas Koçer û Yaqop Tilermen bi dawî bû.
BASEL