Kamo Issa Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê ye û beriya Şoreşa Rojava bi salekê li Elmanyayê bi cih bû. Xwendekarê beşa zanistên siyasetê ye û têkiliya xwe bi çand û koka xwe re jî nabirre. Wî tevî komeleya ji bo Hindikahiyên Etnîk, li bajarê Elmanyayê Munchenê 5. Hefteya Filmên Kurdî li Gasteigê organîze kir ku ji 6 ta 10´ê Sibatê bi rê ve çû. Gasteig yek ji navend û nasnameyên çandî yîn bajêr e.
Kamo Issa di nav van çend salên xwe de baş fêrî Elmanî bûye û li zanîngehê dixwîne. Lê dema xwe vediqetîne ji bo proje û karên mîna Hefteya Filmên Kurdî. Ew xwendekarê beşa zanistên siyasetê ye li Zanîngeha Ludwig-Maximilians. Ewv çend sal in ku ew li Verein zu Foerderung ethnische Minderheiten (Komeleya ji bo Teşwîqkirina Hindikahiyên Etnîk) angaje ye.
Li gorî wî ew û komele li aliyekî bi hefteya filman çand û hunerê Kurd teşwîq û destek dikin, li aliyê din jî dîrok û jiyana Kurdan ji temaşevanan re vedibêjin. Bi gotinên wî “Em dixwazin bibin platformek. Di van çend salên bihurî de konzept xweş hat pêşwazîkirin. Xelk bi awayekî erênî ecêbmayî mabû, ji ber başbûna filman. Vê yekê jî hêz da min û komeleyê. Îsal me xwest xwe bigihînin bêhtir mirovan.” Di nava filmên hatînîşandan de filma Zer a Kazim Oz, ya Kilometre Zero ya Hiner Salim, belgefilma Dil Leyla ya Asli Ozarslan, Kurê Ciwan Siyar ya Hisham Zaman jî hatin nîşandan.
MUNCHEN