Zanyarên li Zanîngeha Neteweyî ya Awûstralyayê tevî hempîşeyên xwe yên Japon û Amerîkî rengê herî kevn ê li cîhanê li Çola Saharayê tespît kirin. Tê gotin, madena ku rengê penbe yê biriqandî li ser e, emrê xwe herî kêm 1,1 milyar sal e.

Pîgmenta reng a li Morîtanyayê hate dîtin, li ser textekî li binê çolê hate tespîtkirin. Tê gotin, ev pîgmentê hatiye dîtin, ji yên beriya hatibûn tespîtkirin herî kêm bi 500 milyon salî kevntir e.

 

NEW YORK