Di Mîhrîcana Fîlm a Antalyayê de kurtefîlma “Zîlan” a ku koçberên zarokên Kurdistanê vedibêje, Xelata Bîneran a Kurtfîlman wergirt û di beşa fîlmên navneteweyî de jî fîlma Şewket Emîn Korkî a bi navê “Bîranînên li ser Kevirî” xelata fîlma herî baş wergirt. Her wiha Derhênerê alîkar ê fîlma “Zîlan” Serhat Sarişin jî xelata xwe diyarî Tahir Elçî û Haci Lokman Bîrlîk kir.

Di Mihrîcana Fîlman a Navteweyî-Antalya de ku îsal cara 52’an hat lidarxistin, di beşa kurtfîlaman de “Zîlan û di beşa “Fîlmên Navneteweyî de “ jî fîlma “Bîranên Li ser Kevirî” xelat wergirtin. Kurtefîlma “Zîlan” ji alî xwendekarên zaningehê ve hatiye kişandin û radihîje mijara koçberiya bi darê zorê ya malbatên Kurd û valakirina gundên Kurdistanê ya piştî salên 90’î û trawmaya derûnî û civakî ya zarokan. Derhênerê fîlmê Mehmet Mahsum Akyel derbirrî ku naveroka fîlm parçeyek e ji jiyana wan bi xwe û got: “Me di çêkirina senaryoya fîlmê de ji xwe dest pê kir. Di fîlmê de zarokên me behsa wan dikir yên ku jiyana wan nîvco mabû, em bixwe bûn. Bi hezaran zarokên Kurd hene ku di nav du çandan de diherin û tên.”

Akyel wekî din destnîşan kir ku fîlm ji bo wan gelekî girîng e û wiha dewam kir: “Ez bawer dikim ku bîner jî di fîlmê de parçeyek jixwe dît, hest pê kir. Ev yek jî dilsozî û girêdayîna fîlm û bîneran xurttir dike.”


Umrên nîvco mayî...

Derhênerê alîkar Serhat Sarişin jî derbirî ku Tirkiye û Kurdistan di pêvajoyeke dijwar re derbas dibe û fîlmên xwe diyarî dike ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku ji alî hêzên tarî ve hat qetilkirin û Haci Lokman Bîrlîk yê ku bi destê polêsên Tirk bi ben bi panzerê ve hat girêdan û bi panzerê hat kişandin.

Her wiha Sarişin got, ji bo qetlîamên bi wî hawî neyên jibîrkirin, diyarî cangoriyan kiriye û wiha pê de çû: “Haci Lokman Bîrlîk lîstîkvanekî sînemayê bû lewre ji bo me diyarkirina bo wî watedartir bû. Îro li Kurdistanê bi destê dewletê vê konsepta şer dide meşandin. Domkirina vî şerî tê wateya zarokên ku umrê wan nîvco mayî. Daxwaza me demildest sekinandina şer e.”

Fîlmê derhênerê Kurd Şewket Emîn Korkî ”Bîranên Li ser Kevirî (Memories On Stone) li Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Antalyayê xelata fîlmê herî baş wergirt di beşa filmên navneteweyî de.


Diyarî dayikên zarokên wan hatine kuştin 

Fîlma Kurdî ya bi navê “Bîranînên Ser Kevirî” ya derhênerê kurd Mihemed Emîn di festîvala Antalyayê de ji aliye juriyan ve wek fîlma herî baş hat hilbijartin.
Senarîstê film Mehmet Aktaş xelata Bîranînên Ser Kevirî wergirt û got, ew xelata fîlmê diyarî dayîkên zarokên wan hatine kuştin, dike.
Fîlma “Bîranên Ser Kevirî” a Korkî beriya niha jî di festîvalên mezin ên sînemayê de beşdar bûye, gellek xelatên festîvalên navneteweyî bidest anîbûn. 
Ev fîlm ji aliyê Mitos Fîlm û Rêveberiya Sînema Dihokê ve hatiye çêkirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN