Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê zilma xwe bi revandin û kuştina welatiyan didomînin. Hat zanîn ku hêzên dagirker hunermend Hesen Ebdo jî revandiye. Ji dengbêjên gelêrî yên Efrînê, Hesen Ebdo, li gundê xwe yê li navçeya Şêrawa a ser bi Efrînê dima. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Hesen Ebdo ji mala wî revandin. Heta niha der barê aqûbeta Hesen Edbo de ti agahî nehatiye wergirtin.
Hunermend Hesen Ebdo, di şahiyên Efrînê de stranan dibêje û di nava civaka herêmê de pirr tê naskirin, beriya derdora mehekê ji gundê Kebaşîn ê navçeya Şêrawa ya Efrînê hate revandin. Heta niha jî aqûbeta wî nayê zanîn.
EFRÎN