Şiyar Gabar (Jacob Riemer) ê ku 9’ê Tîrmeha 2018’an ji ber êrişa balafirên şer ên Tirk şehîd bû, li bajarê Elmanyayê Hambûrgê hat bibîranîn.

Bibîranînê bi meşeke girseyî ya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Azad, ji Altona ya ser bi Hambûrgê dest pê kir.

Beriya meşê, parlamenterê eyaleta Hamburgê yê Die Linke Martin Dolzer axivî û got, Jacob Riemer azadiya rasteqînî li çiyayên Kurdistanê dît, lewma çû çiyê. Dolzer bal kişand ser Şoreşa Rojava jî û got, ”Ev şoreş ji bo şoreşgerên li tevahiya cihanê bûye çavkaniyeke sûdwergirtinê. Divê dewleta Elman qedexeya li ser PKK’ê rake.”

Girseya gel piştî axaftinê dest bi meşê kir.

Polîsan bi hincetên cihê gelek caran dest werda meşê. Lê xelkê bi gotina dirûşma ”Es lebe Ocalan (Bijî Ocalan)” nerazîbûn nîşan da.

Dema ku meşvan gihîştin ber Rote Flora ku weke navenda antî-faşîstan tê naskirin, komek ji şoreşgerên Elman li ser avahiyê fîşekên hewayî teqandin û silav li çalakgeran kir. Komê ala PKK’ê jî daliqand.

Meş li ber muzeya St. Pauli qediya û girseya gel ji bo civîna bibîranînê ket hundirê muzeyê.

Têkoşîna mirovahiya pêşverû

Di serî de dayik, bav û xwişkên Jacob Riemer, bi sedan kes beşdarî civîna bibîranînê bûn. Piştî rêzgirtinê Nûnerê KOMAW’ê, Bavê Huseyîn axivî û got, ”Gelek kes azadiyê li çiyayên Kurdistanê dibînin, lewma berê xwe didin çiyê. Hevrê Şiyar jî yek ji wan bû.”

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç jî sersaxî ji malbata Riemer re xwest û got, ”Têkoşîna azadiyê ya Kurd ne tenê têkoşîna gelê Kurd e, têkoşîna mirovahiya pêşverû ye.”

Nûnerê Tevgera Ciwanên Azad jî li bîranînê got, Jacob Riemer her tim dixwest bibe gerîlayekî baş.

Civîna bibîranînê bi stranên ku Riemer jê hez dikir, qediya. Girseya gel sersaxî ji malbata Jacob Riemer re xwest.

 

HAMBURG