Bi armanca pêşxistina hunerê û teşwîqkirina li ser hunera wênexêziyê, navenda Eslan Art a hunerê nîgariyê bi alîkariya zanîngeha Efrînê, pêşangeha salane ya tabloyên hunerî bi navê “Rengên ji Efrînê” vekir. Bi dehan xwendekarên beşa hunerên bedew û hobîkarên hunerê nîgariyê yên kantonê amade bûn.

Di pêşangehê de 25 hunermendên nîgarxêz ku temanê wan di navbera 10 heta 30 salî bûn beşdar bûn.

Pêşangeh di salona zanîngeha Efrînê de bi 145 tabloyên hunerî hate vekirin. Di tabloyên hunerî de, xweza, foliklor, xwezaya bêdeng, êşa mirov, zarok û canewerên aram cih girtibûn. Merasîma vekirina pêşangehê ji aliyê hunermandan ve hate destpêkirin. Paşê beşdar li nava salona pêşangehê geriyan.

Piştre Serokê Zanîngeha Efrînê Ehmed Yûsif axivî û vekirina pêşangeha salane ya tabloyên hunerî li hemû  xwendekar û zarokên kantonê pîroz kir. Yûsif her wiha, berxwedana lehengiya YPG/YPJ`ê ya parastina kantonê û fedakariya şehîdan ji bo ewlekarî û aramiya herêmê nirxandin û got: “Bi saya fedakariya şehîdan me karîbû vê pêşangehê vekin û em aştî û aramiyê jiyan dikin.”

Endamê Rêveber ê Navenda Eslan Art a hunerê nîgarxêziyê Eslan Mihemed piştre, bawernameyên serkeftinê li hunermendên beşdar belav kirin. Tê payîn pêşangeh dê hefteyekê dom bike. 


EFRÎN