Çalakiya nobetê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewrûpayê tê lidarxistin, dewam dike. Nobetdarên vê hefteyê 5 kesên ji bajarê Fransayê Rennesê ne.

Çalakiya nobetê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê girtin, di hefteya 329’an de ye.

Nobetdarên vê hefteyê Kurdistaniyên bi navê Gazî Karakoçan, Şehmûs Amed, Adem Çetînkaya, Hasan Xinis û Mûrat Xinis ên ji bajarê Rennesê ne. Di çarçoveya çalakiyê de doh bi sedan belavok hatin belavkirin.

Çalakgeran bi parlamenterên Konseya Ewrûpayê re hin hevdîtin kirin û bal kişand ser tecrîdkirina giran a 20 sal in dewam dike û van du salên dawî girantir bûye. Çalakgeran ji endamên Konseya Ewrûpayê xwest ku xwe li vê êşkenceyakerr nekin û got, “Ne pêkan e ku em vê êşkenceyê qebûl bikin.”

Çalakgeran zilma ku li Ocalan û gelê Kurd tê kirin bi tundî rexne kir û got, ji bo xatirê nirxên demokratîk divê xwedî li gelê Kurd bê derketin.

Doh jî li meydana çalakiya nobetê, li dijî komploya 9’ê Cotmehê bi çalakiyekê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) bi tundî hatibû şermezarkirin.

 

STRASBOURG